logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Demîrtaş: Em dersa hilbijêrî qebûl nakin

Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya Melîsê de axivî û li ser komkujiyên meha adarê rawestiya. Demîrtaş

  • Dîrok: 13/03/2012
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya Melîsê de axivî û li ser komkujiyên meha adarê rawestiya. Demîrtaş, bal kişand ser mirina 11 karkerên li Stenbolê û diyar kir ku, ev komkujî ye. Demîrtaş, bal kişand ser sîstema perwerehiyê û perwerdehiya zimanê zikmakî û diyar kir ku Kurd dersa hilbijêrî qebûl nakin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de vê hefteyê li ser mijarên girîng rawestiya. Demîrtaş, sersaxî ji malbatên 11 karkerên li Esenşurta Stenbolê jiyana xwe ji dest dan xwest. Demîrtaş, anî ziman ku ev komkujî sûcê mirovahiyê ye û xwest hemû muxalefetên Tirkiyeyê li hemberî vê komkujiyê bibin yek û bertekên xwe bînin ziman. Demîrtaş, da zanîn heta hêzên muxalif nebin yek û li hemberî pergala karkerên jiyana xwe ji dest dan neçarî vê xebatê dikin tênekoşin dê yek bi yek di van çadiran de bişewitin. Demîrtaş, bilêv kir ku ger ew nebin yek û li hemberî vê pergalê tênekoşin dê vê mirinê heq bikin û xwest hemû hêzên demokratîk li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin.

'MEHA ADARÊ BÛYE MEHA KOMKUJIYAN'

Demîrtaş, da zanîn ku meha Adarê bi komkujiyan tê bibîranîn u di vê mehê de komkujiyan Qamişlo, Helepçe, Gazî pêk hatine. Demirtaş, sersaxî ji malbatên kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji destan re xwest. Demîrtaş, da zanîn ku kujerên komkujiya Sêwasê ji wan re ma û hesap ji wan nehatiye pirsîn û wiha got: "Hesap ji kujeran nehatiye pirsîn û tu lêpirsin jî nayê kirin. Lê em divê em vê yekê qebûl nekin û heza xwe bikin yek."

'PARÊZRÊN AKP'Ê KUJERÊN SÊWASÊ DIPARÊZIN'

Demirtaş, bilêv kir ku parêzerên kujerên doza Sîwasê diparêzin endam û rêveberên AKP'ê ne û niha jî divê tu eleqeya me bi dozê tune ye. Demîrtaş bibîrxist ku AKP li hemberî doza Sêwase du rû tev digere û ji gotinên wê bawer nakin.

Demîrtaş, bilêv kir ku ji bo hesap ji kujerên komkujiyan pê pirsîn dê heta dawî têbikoşe û wiha axivî: "Hikûmet naxwaze der barê lêkolîn û ronîkirina bûyeran de xebat bê meşandin û kesên di nava hewldanan de tên binçavkirin û girtin. Hikûmetê niha medya daye pişta xwe û weki Devekuşu serê xwe xistiye bin paskê xwe û dibêje qey kes qirêjiya wan nabine.

‘3 MEH DI SER ROBOSKIYÊ RE DERBAZ BÛ, LÊ GEL JI BÎR NAKE'

Demîrtaş, da zanîn ku di ser komkujiya Roboskiye re 3 meh der bas kir, lê hêj kujer nehatin ditin û hesap nehat pirirsîn. Demîrtaş bilêv kir ku hikûmet dixwaze ser bûyerê bigire û bide ji bîr kirin, lê gel tu carî ji bîr nake û dê hesap bipirse û wiha pêde çû: "Zêdeyî 600 xwendekarên zanîngehê di girtîgehê dene û dê li aliyê din behsa parastina mafên xwendekaran bikin."

'LI ŞÛNA HESAP BIPIRSE ROJNAMEGERÊN TRAJEDIYA POZANTIYÊ RONÎ KIR GIRT'

Demîrtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberî pekaninên Girtgeha Pozantiyê ji rexne kir û wiha got. "Li şûna berpirsiyarên pêkaninên Girtîgeha Pozantiye darizîne û ronî bike, dijberî vê yekê rojnamegerên ku pêkanînên Pozantiyê ronî kir avêt hepsê û dixwaze ser bûyerê bigirin. Lê bila baş zanibin ku em ji pêy vê dozê venagerin û me dê bişopînin. Teqez dê li dijî zulm û zordariyê rûmeta mirovahiye qezenç bike."

'DIVÊ FERASETA POLÎTÎKAYÊN PERWERDEHIYE BÊN GUHERTIN'

Demîrtaş, pergala 4+4+4 rexne kir û wiha berdewam kir: "Divê perwerdehiya olan li dibistana bê dîtin. An jî divê perwerdehiya tu olan neyê dîtin. Divê beri her tiştî pergal û hişmendiya perwerdehiyê bê guhertin. Ger ku pergal û feraset neyê guhertin 4+4+4 be dê çawa be 40+40+40 be dê çawa be? Tu tişt nayê guhertin. Divê berî her tiştî pergala perwerdehiyê, pirtûkên perwerdehiyê û rêziknameya perwerdehiyê bê guhertin. Divê ji nûve pergalek nû bê ava kirin. Ev pergal ji perwerdehiya demokratîk û pêşketî re xizmetê nake."

'JI BO EM BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BIAXIVIN DIVÊ EM PERWERDEHIYA TIRKÎ NEBÎNIN'

Demîrtaş, anî ziman ku heyetên dadgehan bi sedena ku siyasetmedaran bi zimanê tirkî perwerde dîtine û bi tirkî zanin destûr nadin ku bi zimanê zikmakî parastinê bikin û wiha lê zêde kir: "Dadgeh dibêjin ji ber we perwerdehiya zimanê tirkî dîtiye hûn nikarin parastina kurdî bikin. Divê bi tirkî parastinê bikin. Wê demê perwerdehiya tirkî li pêş pêşketina zimanê kurdî asteng e. Ji ber vê yekê jî ji mere dibêjin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo em bi zimanê zikmakî parastinê bikin û biaxivin divê em bi zimanê tirkî perwerdehiyê nebînin û bi zimanê dayîkê perwerdehiyê bibînin. Yargitay dibêje ger ku te bi zimanê zikmakî perwerde nedîtibe tu nikare bi zimanê zikmakî parastinê bike. Wê demê em jî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin. Ger ku hûn pirsa kurd çi dixwazin wê demê divê hûn ji kurdan bipirsin. Ji sedî 90'ê kurdan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin” û diyar kir ku Kurd qebûl nakin ku zimanê Kurdî bibe dersa hilbijêrî.

***

Nûçeya eleqedar:

- Wezîr Dînçer: Kurdî dikare bibe dersa hilbijêr


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî

ad

Berendamên Globa Zêrîn eşkere bûn

ad

Maça şox û şeng û Swîsreya cihêreng

ad

CIVÎNA RIYADÊ

ad

Komeleya Nivîskan cezaya li ser A. Welat şermezar kir

ad

Ji bo cihên maçên fînalê 4 salên pêşî hatin diyarkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname