Diyarname
Çapemeniya DYA'yê ragihand ku wê Serokdewletê DYA'yê Donald Trump zimanê îngilîzî wekî zimanê fermî yê dewletê ragihîne. Çapemeniyê got ew dê biryarnameyê îmze bike.
Li DYA'yê zimanê îngilîzî bi awayekî fermî ne zimanê welêt e lê bi awayê defacto tê bikaranîn.
Çapemenî wisa got, "Trump dê biryarnameyê îmze bike. Bi vê yekê ji roja ku DYA hatiye avakirin heta niha cara yekê dê îngiLîzî bibe zimanê fermî"


