Diyarname
Ji bo zimanekî wergere gelek girîng e. Werger reng û dengên zimanê din tîne nav zimanê ku lê werger hatiye kirin. Ziman pencereyeke nû li wî zimanî vedike.
Em niha dixwazin di zimanê kurdî pirsgirêka wergera nîqaş bikin. Di vê beşê de jî ezê beşên cur bi cur ên wergerê bidin nîqaşkirin.
- Metnên şanoyê li kurdî têne wergerandin, heta niha çi hatine wergerandin, pirsgirêka di vî warî de çi ye?
- Gelek televîzyonên kurdan hene û her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Van televîzyonan heta niha fîlm-belgefîlmên biyanî weşandin. Di wergera metnên wan de çi pirsgirêk derketin, çi derdikevin? Her wiha dema dublaja van tê kirin çi pirsgrêk derdikeve? Emê vê meseleyê bigirin bin lêpirsînê...
- Helbest, roman, çîrokên biyanî li kurdî têne wergerandin. Di vî warî de pirsgirêk çi ye? Henin pirsgirêk yan na? Di vî warî de kurd dikarin metnên ku çawa bi zimanê esil hatine weşandin cih de li kurdî wergerînin, xwe bigihînin dinyayê yan na?
- Li bajarên kurdan jî konferans, semîner û panel têne li dar xistin. Mirovên ne kurd, yên biyanî beşdar dibin. Di van de simultane werger tê kirin. Pirsgirêka wergera simultane ya kurdî çi ye? Di nav kurdan de bi têra xwe kesên di vê beşa wergerê de serketî bin hene yan na? Mesele dê çawa sererast bibe?
- Berhemên tib, rojnamegerî, ziman, hiqûq û tiştên bi vî rengî çima li kurdî nayên wergerandin? Pêdiviya kurdî bi tiştên wisa nîn e?
- Wergera stranên biyanî ji bo kurdî?
- Di wergerê de xalên bingehîn ên ku divê li ser baş bêne sekinandin çi ne?
- Rola wergerê di zimanekî de çi ye?
- Di kurdî de wergera pêşî kengê hatiye kirin?
Ev û mijarên din ên ku bi wergerê re eleqedar in û nehatine bîra min... Emê li ser van bisekinin.
Her kesê ku bixwaze di vî warî de binivîse (bi kurmancî, zazakî), pêşniyara me ew e ku pîşeya wî/ê li ser kîjan beşa be li ser wî aliyê wergerê bisekine dê emê nîqaşeke serketîtir pêk bînin. Mînak kesek kurdek wergera simultane dike, li ser beşa simultaneya bi kurdî bisekine, pirsgirêkên di vî warî de bîne ziman dê ji bo me pir baş be. Yan jî em bibêjin şanogerek li ser beşa xwe û wergera wê ya bi kurdî bisekine dê nîqaşa me xurtir bibe.
Xêra xwe heta hûn dikarin bila nivîsên we dirêj nebin. Nivîsên 2 rûpelên A4 li gor me ne, lê hinek dirêj bibe jî ne pirsgirêk e.
Em li benda nivîsên we ne.
Xêra xwe nivîsên xwe digel wêneyekî xwe bişînin ser maila diyarname@diyarname.com


