logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir
news-details

Ragihandina azad û krîza global

Ji ber nexweşiyê dema ku Mîqdad Mîdhad Bedirxan berê xwe da Qahîreyê, Qahîreyê ew heyranî xwe hiştibû. Bajarekî ku li de

  • Dîrok: 23/04/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Ji ber nexweşiyê dema ku Mîqdad Mîdhad Bedirxan berê xwe da Qahîreyê, Qahîreyê ew heyranî xwe hiştibû. Bajarekî ku li derveyî Stenbolê bi pêş ketibû, bajarekî ku bi xwe dibû navenda paytextî û ya rastî jixwe êdî tu tesîra Osmaniyan li ser nebû. Wî li Qahîreyê derfetên din jî dîtin, derfetên çapkirina rojnameyekê, bi gotinên wê ji bo "qenciya" miletê kurd. Wî "gelek zehmetî" kişandin, û "gelek pere xerckirin" di vê rêyê de û 5 hejmarên rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derxistin. Hejmara yekê jî 22´yê Avrêla (Nîsana) 1898´an derçû. Em behsa serpêhatiyeke 120 salan dikin ku tê de rewşenbîr û pêşengên siyasî û civakî yên civaka kurd xwe dan ber barê ragihandineke ji bo kurdan, ji bo rizgariya wan. Sedem jî di serî de ew bû ku wan baweriyeke xurt pê anîbû ku bi xwendekirin û agahdarkirina kurdan û nexasim jî ciwanên wan, derfet wê ji civaka kurd re peyde bibûna ku azad bibe. Ango ji bo wan azadiya miletê kurd rizgarkirina wan û xaka wan armanceke "pîroz" û ew jî tîr bûn ku ber bi wê armancê ve diçûn.
Salên 1990´î di vê rêya hanê de gelek kesan da ser şopa heqîqetê û ew jî bûn armancên hêvîkujan; dewleta Tirk a ku mîna xewnereşkekê li şiyarbûna miletê kurd dinihêrî, bi destê hêzên xwe yên kontra û bi destê xwe bi xwe, bi dehan xebatkarên çapemeniya azad qetilkirin. Ji Huseyîn Deniz, Musa Anter, heta bi bombekirina avahiya Ozgur Gundemê li Stenbolê.
Tenê ne kuştin û girtina rojnamegeran, belavkarên rojnameyê ku li Amedê pirraniya wan zarok bûn, ketin ber satorên nemirovan, rih necisan. Bi derewan navê xwedê hildan û pişta wan zarokan wesle wesle kirin. Nav nehiştin ku ku rojnameyên bikevin şûna yên qedexekirî karibin li xwe bikin. Lê wê işqa lêgerîna heqîqetê, tovê xwe 120 salan berî niha reşand û îro bi hezaran kes tevî mîrateya berxwedana ragihandina azad, didin ser wê rêyê, çawa ku Mîqdad Mîdhad berî bi 120 salan gotî, ji bo "qenciya" miletê kurd.
Bi vê minasebetê, hêja ye em bi kurtî be jî meseleyeke muhîm a ragihandinê û girîngiya ragihandina azad li vir bibêjin. Di rejîmên otorîter û ne otorîter de, dawîhatina li pirrengiya ragihandinê pirsgirêkeke cidî ye ku mirov bi hêsanî dikare wekî krîzê bi nav bike. Nexasim jî piştî wê yekê ku êdî em behsa serdema "piştî rastiyê (post-truth)" dikin.  Ango ew meydanên xeyalî yên dîjîtal ên ragihandinê jî bi jehra agahdariyên belawela, dezînformasyon, înflasyona agahiyan û nûçeyên derew nexweş hatiye xistin. Ango ew meydan jî dikare derfetê bide ragihandina azad, lê li wir jî heman tehlûkeya giştî ya li ser ragihandinê ya di asta krîzê de heye.
Sedema krîzê ew e ku ew a jê re dibêjin "mainstream (herika sereke)" yan bi rêya dewletan yan jî bi rêya şirketan êdî di yek destî de kom dibin û kontroleke wan a hema hema mutleq li ser belavkirina nûçe û agahiyan ava dibe. Ya ku li Tirkiye, Rusyayê bi destê dewletê yan jî desthilatdariya heyî qewimî, li Îngilistanê bi destê Rupert Murdock ê ku amerîkî şirketên wî News Corparation û Skyê qewimî. Dema ku tevahiya awa û rengên ragihandinê di yek destî de kom bibin, maneya wê ew e ku rastî tê tepisandin û ragihandina alternatîf û azad jî girîngtir dibe.
Ragihandina azad a Têkoşîna Rizgariya Kurd di vî warî de xwedî tecrubeyên girîng e ku dikare ji bo avakirina alternatîfên vê krîza global jî bi dewreke diyarker rabe, heta pêşengiyê bike. Ji bo vê, xebatkarên ragihandina azad divê bi girîngiya karê xwe zanibin. Divê ji nava qirêja vê avzêma bi agahiyên derew û dezînformasyonan lewitandî de bibin parzûna rastiyê, divê ew karibin ji bo civakên ku bi derewan bêhn li wan hatî çikandin, bibin hewaya zozanên azadiyê û heqîqeta azadiyê. Ne bîla sedem bû ku Mîqdad Mîdhad berî bi 120 salan, neçar, dûrî navenda desthilatdariya Osmanî li Qahîreyê hejmara yekê ya Kurdistanê derxist.   
guldive@yahoo.fr
23.04.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

 

Parve Bike

Youtube Me

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dermankirina Mehmûd Onder didome

ad

Chelsea bi Scolari re peyman girê da

ad

YSK'ê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere kirin

ad

Serxêrê: Lîga Fûtbolê ya Mezopotamyayê dest pê kir

ad

Wêneyê rojê: Komîteya amadekar karê xwe dike

ad

KINC JI RÛYÊ RE TUNE YE

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname