Dêrsim
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul îro çû Dêrsimê. Gul çû serdana Şaredara Dêrsimê ya DTP'yî Edibe Şahin.
Şaredariya Dêrsimê pantarta "Birêz Serokomarê me hûn bi xêr hatine" daliqandin. Şaredarî ku di pankarta xêrhatinê de peyva Dêrsim bikar anîn, di heman demê de berikek diyarî Serokomar Gul kir.
Gul piştî serdana Şaredariyê û saziyên sivîl çû beşdarî merasima vekirina Zanîngeha Dêrsimê bûn.
Di vê navberê de li navendê bi hezaran kes jî pankarta "Mûnzûr qêrîna bêdeng a jinên dêrsimî ye" vekirin û çêkirina bendavan a li Mûnzûrê şermezar kirin.


