Riha
Li Serêkaniyê ya Rihayê cotkaran li ser erdê ku girêdayî Midûriyeta Çandiniyê ye cotkarî dikir, kîtabeyeke ku li ser bi suryanî nivîs hebûn dîtin.
Di dema cotê de 30 santîm dirêj, 60 santîm fireh û bi li dor 100 kîlo giraniyê xwe kevinekê dîtin. Li ser vê yekê pêşî agahî dan midûriyetê û dûre bi rayedarên Beşa Arkeolojî ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Herrane re têkilî danîn. Di nirxandina yekemîn de de diyar bû ku nivîsa li ser zinar bi suryanî ye.
Hate gotin ku kitabe girtine bin mihafizeye, piştî lêkolîna bi hûrbûnî ya li ser kitabeyê dê wê bişînin Muzeya Rihayê.


