ÊLIH
Komeke ku tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ne êrîÅŸî BDP'iyan kirin û di encama êrîÅŸê de welatiyê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gor nûçeya DÎHA'yê li Taxa Petrol ya Êlihê komeke ku tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ne ji ber sedemeke hê nayê zanîn çi ye êrîÅŸî ciwanên BDP'yî kirin û di encama êrîÅŸê de welatiyê bi navê Ozcan Temel ku bavê 2 zarokan e li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Mert Kasar jî bi giranî birîndar bû.
Cenazeyê Temel rakirin nexweÅŸxaneya Taybet ya Medîkal. Kasar ê ku bi giranî birînda bûye ji bo dermankirinê rakirin NexweÅŸxaneya Dewletê ya Hêrama Êlihê. Li taxê alozî didomin.