Diyarname
Diyarbekirspor ku di lîgê de bi diruşmên nijadperest ên tîman re rû bi rû dimîne, çapemeniya Spanyayê cihek fireh jêre veqetand.
Rojnameya Marca di malpera xwe de li ser Diyarbekirsporê nûçeyeke weşand û da zanîn ku Diyarbekirsporê bi cudaxwazî tirkkurdî re rû bi rû dimîne. Rojname dibêje digel giliyên rêveberiya Diyarbekirsporê jî federasyona futbolê tişteke nake. Rojname dibêje Diyarbekirspor wekî hezkiriyê PKK'ê tê sûcdarkirin û diyar dike ku di maça Gaziantebê de jî li hemberî wê bûyer derketine.
Rojnameyê cih daye gotina Teknîk Dîrektorê Diyarbekirspor Ziya Dogan a wekî "Pêşî li Diyarbekirsporê digirin" û gotiye ku Diyarbekirspor piştî bi walî, şaredarî û saziyên sivîl re li hev bicive dê biryarê bide ku ji lîgê vekişe yan na.