MUSTAFA REŞÎD
Piranîya tîpên ku mîrê me ji alfabeya latînî ji bo kurmancî hilbijartine gelek bi pisporî ji bo dengên zimanê me hatine danîn. Armanca me ne ewe ku em alfabeya kurmancî biguherin; tenha em dixwazin hilbijartina hin tîpan gengeşe bikin.
Tîpa A:
Ev tîp di her zimanekî da heye ku bi latînî tê nivîsandin. Lê belê dengê ku dide di her zimanekî da ji wan zimanan hinekê cuda ye. Di ingilîzî da ji vê tîpê ra "êy" û pir caran jî ji bo wî dengî tê bikaranîn. Wek nimûne peyva "table" (mase). Di zimanê almanî da ji vê tîpê ra "a" dibêjin. Lê belê ew hem li cihe tîpa "a" û hem jî li cihê tîpa "e" ya kurmancî tê bikaranîn. Yanê di elmanî da li hember herdu tîpên kurmancî "a", "e" tenha tîpa "a" heye. Wek nimûne: Navê "Anton" dinivîsînin, lê belê li gor kurmancî bi awayê "Enton" bi lêv dikin. Heger hat û divêt tîpa "a" pir dirêj bê bilêvkirin, hîngê vê tîpê du caran li pey hev dinivîsînin, wek peyva "Aal" (marmasî). Bi gelemperî di piraniya zimanên ewrûpayî da ev tîp bi awayê "a" wek kurmancî tê bilêvkirin. Wek encama gengeşiyê li ser vê tîpê, em dikarin bibêjin ku hilbijartina vê tîpê ji bo kurmancî ku dengê "a" wek peyva "aş" bide gelek başe.
Tîpa C:
Ji vê tîpê ra bi ingilîzî "sî" dibêjin û bi elmanî "tsê" dibêjin. Lê belê di hin zimanan da, wek nimûne di zimanên înglîzî û firansî da vê tîpê piraniya caran wek "k" bilêvdikin. Wek nimûne peyva "computer", “company” û hwd. Di elmanî da ev tîp pir kêm bi awayê "tsê" tê bikaranîn. Piraniya caran ev tîp dikeve pêşiya tîpa "h" û dengê "x" yan jî dengekî wisa ku dişibihe "ş" dide. Heger hat û tîpa "s" jî ket pêşiya wan, hînge hersê tîp "sch" dengê "ş"-ya kurmancî didin. Lê belê mîrê me ev tîp di kurmancî da ji bo dengê "c" wek peyva "car" bi kar aniye. Gelo di kîjan zimanan da ev tîp ji bo vî dengî heye? Dibe ku di hilbijartina vê tîpê da ji bo vî dengî li zimanê tirkî temaşe kiribe. Wek encama dawî, tevî ku hilbijartina vê tîpê ji bo vî dengî ne li gor piraniya zimanên ewrûpayî ye, lê dîsa jî tê pejirandin. Ma çareyeka din çi bû? Helbet Mîr Celadet nexwastiye ku du tîpan ji bo dengekî hilbijêre û ev biryara wî pir başe.
Tîpa Ç:
Ev deng di koma bingehîn ya alfabeya latînî da tinebû. Dema gelên ewrûpayî alfabeya latînî ji bo zimanê xwe wergirtin, neçar man ku çareyekê bibînin. Hinekan ji wan ji vî dengî ra çareyeka wisa dîtiye ku dema hin tîpên taybet ketin paş hev, ev deng pêk tê. Hinekên din jî qîma xwe bi du tîpan anîne, wek zimanê îtalî ("ce" yan jî "ci"), hinekan jî bi sê tîpan qîma xwe aniye, wek zimanê ingilîzî ("tsh") û heya hinekan jî çar tîp dane pey hev daku ev deng bê derbirîn, wek zimanê elmanî ("tsch"). Hin komên din ji zimanên ewrûpayî tîpa "c" birine û niçikek yan danîne bin yan jî avêtine ser. Di hin zimanên silavî da ku ev deng hin caran nerm û hin caran jî hişk tê bilêvkirin (wek zimanê me), niçika ser vê tîpê ji bo dengê nerm wek niçikeka biçûk û ji bo dengê hişk niçikeka mezin danîne ser vê tîpê. Di zimanê me da Mîr Celadet ev tîp li gor zimanê firansî yan jî zimanê tirkî hilbijartiye û hesabê nerim û hişk nekiriye. Biryara wî ku ev tîp wek zimanê fransî yan jî turkî hilbijartiye başe, lê heger li gor zimanên silavî hilbijartiba, belkî pirsgirêka nerm û hişk jî dihate çareserkirin. Piştî gengeşiya li ser tîpan, emê li ser mijara tîpên hişk û nerm bi ferehî rawestin.
Tîpa E:
Ev tîp di piraniya zimanên ewropayî da yan dengê "ê" yan jî dengê "î" dide. Lê belê Mîr Celadet ev tîp ji bo dengê sivik yê tîpa "a" hilbijartiye. Xwezî ev tîp ji bo dengê "ê" hîştiba û ji bo "a"-ya sivik yanê "e"-ya îro guhartinek ji tîpa "a" biriba, wek nimûne "á", yan jî "ā" yan jî çareyeka din. Hîngê hin pirsgirêkên din jî pêra di zimanê me da dihatin çareserkirin. Lê belê, li hêla din gava em dibînin ku ev deng di zimanê me da gelek pire, hîngê bi rastî jî, belkî wek ku Mîrê me kiriye, çareya here başe. Di kurmancîya Navîn da (Soranî) û di kurmanîya behdînanî da ku bi tîpên aramî tên nivîsandin ji bo vî dengî ev tîp“ﻪ” hilbijartine. Ji lew ra, em dibînin ku nivîsandina kurmancî bi tîpên aramî bi vê tîpê dagirtî ye; û ji ber ku bi alîye çepê da nabe ku tîpên din pêva bêne nivêsandin, nivîs bi giştî gelek berbat tê xuyakirin. Yanê ev deng ji alfabeya aramî baş nehatiye hilbijartin, lê hilbijartina Mîr Celadet başe.
Tîpa Ê:
Ji ber ku tîpa "e" ji bo dengê "a"-ya sivik hate hilbijartin, hîngê diviyabû ji bo dengê "ê" tîpek bê danîn. Mîr Celadet "e"-ya bi kumik, yanê "ê" hilbijartiye. Helbet verziyonên wek "é" yan jî "è" pêkan û gengaz bûn.
Tîpa G:
Ev tîp di hin zimanên ewropayî da wek kurmancî "g" tê bilêvkirin, lê di hinên din da yan wek "c" yan jî wek "j" tê bilêvkirin. Hilbijartina vê tîpê ji bo dengê "g" gelek başe. Lê belê hin nivîskar û zimanzanên me di wergirtina peyvan da ji zimanên biyan+ wek fransî û ingilîzî li awayê bilêvkirinê temaşe dikin û wisa di kurmancî da tîpa “g” diguhêrin û li hember wê tîpa “j” dinivîsînin. Bi bawerîya min ev guhartin ne rast û duriste. Tîpên peyvê divêt wek xwe bimînin.
Dumahîka vê gengeşiyê heye. Emê di xeleka dahatî da bi ferehî li ser tîpa “i” rawestin.
Têbînî: Pirraniya awayê nivîsê ji tercîhên nivîsakar in ku jixwe di vê quncika xwe de minaqeşe dike; bi hev ve nivîsîna kopulê weke "ew kurde", bi tîpîn piçûk nivîsandina navên milet û zimanan, bi hev ve nivîsandina nîşana dema paşerojê weke "ewê bê" û wekî din. Me ji bo wekhevbûna bikaranîna navên ziman, milet û parzemînan, guhertin kirin da ku li bikaranîna redaksiyona rojnameya me bê; almanî bû elmanî, înglîzî bû ingilîzî û yên din.
moustafa@rechid.net
14.10.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


