Diyarname
Xelata Mezin a Huned û Çandê ya Serokomariyê didin derhêner Nuri Bilge Ceylan.
Serokomarê Tirkiyeyê ev du sal in bi navê Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê xelateke dide. Xelat di sê waran de tê dayîn. Îsal di warê sînemayê de xelatê dê bidin derhêner Nuri Bilge Ceylan, di warê hunerên kevneşopî de dê bidin Ugur Derman, û di warê saziya çand û hunerê de jî dê xelatê bidin Muzeya Sakip Sabanci. Merasima xelatdayînê di dema pêşiya me de li Koşka Çankayê dê li dar bikeve.
Ev xelat par dabûn Yaşar Kemal, Alaattin Yavaşça û Turgut Cansever
Di nav endamên lijneya pêşniyarkar a diyarkirina xelatê de îsal Dogan Hizlan, İskender Pala, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Mustafa İsen, Cîgirê wî Emin Kuz, Şêwirmendê Karên Derve yê Serokomar Huseyin Dirioz, Şêwirmenrê Çapemeniyê yê Serokomar Ahmet Sever û Serşêwirmenda Serokomar Zeynep Damla Gurel hebûn.


