Li Tûnûsê stranên bi kurdî hatin gotin
Diyarname
Festîvala Tûnûsê ya Muzîkê "Musîqat" bi stranên kurdî yên stranbêj Aynur Dogan bi dawî bû. Li hemberî stranên kurdî eleqeyeke baþ hebû.
4'emîn Festîvala Muzîkê ya Tûnûsê Musîqat di 9'ê vê mehê de li dar ket û di 26'ê mehê bi dawî bû. Konsera dawî ya festîvalê li Qesra Ennejma Ezzahra ya li Sidi Bou Said li dar ket.
Festîvala ku giranî bi muzîka Akdenîz û herêma ereban tê pêþkêþ kirin, komên ji Romanya, Spanya, perêma ereban, Cezayîr û Korsîkayê hatibûn beþdarî festîvalê bûn. Di konsera dawî ya festîvalê de hunermend Aynur Dogan derket ser dikê û stranên kurdî pêþkêþ kir. Dogan stranên wekî "Ehmedo", "Hey dinya" xwendin û temaþevanan eleqeleke baþ nîþan da; çapemeniya Tûnûsê jî ciheke girîng da konserê.
Hunermend Dogan ji bo malpera nûçeyan Infotunisie axivî, da zanîn ku gelek dilþad e ku hatiye serdana Tûnûsê û wisa got: "Ji ber ku di konsera dawî ya festîvala 2009'an de stran gotiye serbilind e."