Diyarname
Li ser jiyana jineke têkoşer, jineke pêşmerge pirtûkek hat nivîsandin. Ji bo danasîna pirtûkê Silêmaniyê bi beşdariya gelek nivîskar, siyasetmedar û jinan merasima danasînê li dar ket.
14'ê mehê li hola Xak ya li bajarê Silêmaniyê merasima danasîna pirtûkê çêbû. Pirtûk li ser jiyana jina pêşmerge û têkoşer ya ji Hizba Komînst a Kurdistanê Sinewber Îsmaîl Nesrullah hatiye amadekirin.
Pirtûka bi navê "Ji bo wê zindî bin" ji aliyê Dezgeha Rewşenbîrî ya Kerîm Alek ve hate çapkirin.
15 SALIYA XWE DE DIBE PÊŞMERGE
Di merasîmê de qala beşek ji jiyana nivîskar û pêşmerge Sinewber Îsmaîl Nesrullah hate kirin. Sinewber di temenê xwe yê zarokatî de bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike û dikeve nava wêjeyê. Ew di 15 saliya xwe de diçe nav rêzên rêxistina Hizba Komînîst a Kurdistanê. Piştî demekê dibe pêşmerge û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Salekê jî li ser daxwaza partiyê ji bo karên rêxistinê diçe derveyî welat.
KÎTEYÊN JIYANA SINEWHER
Tevahiya pirtûka ‘Ji bo wê zindî bin’ li ser serpêhatî, pêşmergetî û bûyerên giran yên di jiyana Sinewber de qewimîne pêk tê.
Piştî îmzeyê pirtûk li mêvanan hat belavkirin. Her wiha beşek mezin a beşdarvanan gul û wefadariya xwe pêşkêşî Sinewber Îsmaîl Nesrullah kirin.