Batman
Li Kurdî-Dera Batmanê ji bo 25'emîn salvegera mirina seydayê mezin Cegerxwîn paneleke hat li dar xistin.
Di panelê de Mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk bi helbestek Cegerxwîn dest bi axafina xwe kir. Ozçelîk, destnîşan kir ku piştî vê helbestê çi bê gotin jî dê kêm bimîne. Ozçelîk, anî ziman ku taybetmendiya Cegerxwîn a herî mezin ew e ku di nava helbestvan, nivîskar û filozofên kurd ên nivîsandine di serî de ye û li derveyî helbest û dîvanên wî li ser dîroka kurdî û çîrokên wan nivîskarê herî zêde nivisandiye. Ozçelîk, diyar kir ku Cegerxwîn heta dawiya jiyana xwe bi bêrikirina welêt bû.
Nivîskar Arjen Arî jî, daxuyand ku Cegerxwîn di nava xizaniyê de jiyana xwe berdewam kiriye û wiha axivî: "Cegerxwîn Homerosê hem dem e. Dengbêjê evîn û berxwedanê ye. Di tevahiya jiyana xwe de girêdayî gel û helbestan maye."
Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Hemîd Dilbahar girêdana helbestvan a bi azadiyê ve nirxand û ev tişt got: "Ew berî her tiştî welatparêzek mezin bû. Dema ji bo neteweya xwe têdikoşiya girêdana wî ya mezin a azadiyê dihate dîtin. Ji bo wî azadî welat e. Cîhanek azad e. Têgiha wî ya azadiyê ne tenê azadiya weletakî azadiya gerdûnê bû. Cegerxwîn serhildêriyek ramanî û hestî ye. Serhildêriyek li hemberî tevahî pêvneperestiyê ye."
Her wiha li ser gora Cegerxwîn jî hezkiriyên Cegerxwîn hatin ba hev û ew bibîr anîn.


