AMED
Cemiyeta Rojnamegerên Azad derbarê salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke û doza rojnamegerên girtî de daxuyanî dan çapemeniyê.
Endamên gelek saziyên sivîl û saziyên çapemeniyê yên wekî; DÎHA, Gun Tv, JINHA, ÎMC, Etîk Ajans, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, belavkarên Firatê û gelek kesên din ji bo daxuyaniyê amade bûn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettîn Çelîk ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Her wekî ku tê zanîn li welatên ku demokrasî lê tune be û ji aliyê dîktatoran ve were birêvebirin mirov li wir nikare behsa azadiya fikir û ramanan bike. Li welatên bi wî rengî welat tê xwestin ku li gorî kêfa dîktatoran birêvebirin. Formulasyona vê yekê jî ji demên dîrokê heta roja me ya îro bi 'yek al, yek welat, yek ziman, yek millet' hatiye kirin."
Çelîk wiha got: "Di sala 1945'an de di 4'ê berfanbarê de rojnameyêa muxalif a Tirkiyeyê Tan ji ber ku li ser xeteke muxalif cih digirt rastî êrîşa desthilatdariya wê demê ya 'şefê millî' hat. Ev zihniyet dîsa di şeva 3'yê berfanbar 1994'an de ango hema bêje piştî nîv sedsalekê heman zîhniyetê Ozgur Ulkeyê bombe kir. Îro roj jî ev zîhniyet li ser kar e û tevneke qirêj dirêse di îdîanameyên derbarê hevalên me yên di bin navê 'Doza Çapemeniya KCK'ê' de tên darizandin. Em vê helwestê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew kesên tên darizandin wijdana gel in û wisa hat gotin: "Divê neyê jibîrkirin li welatên ku rojnameger girtîbin fikir û ramanên azad jî girtîne. Em dîlgirtina azadiya fikir û ramanê qebûl nakin. Em dîlgirtina rojnamegeran qebûl nakin. Hûn jî qebûl nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku başdarî dozê bibe."