Diyarname
Fîlmê Christopher Nolan ê bi navê "Opperheimer" li Japonyayê jî ket vîzyonê. Fîlmê ku mijara wê li ser çêkirina bonmbeya atomê ye, li Japonyayê bû sedema hestên cuda.
Fîlmê "Oppenheimer" îsal 7 xelatên Oscarê girtin. Fîlmê ku heta niha li gelek welatan ketibû vîzyonê niha li Japonyayê jî ket vîzyonê.
Fîlm li ser çêkirina bombeya atomê hatiye kişandin ku ev bombe di sala 1945'an de avêtibûn Hîroşîma û Nîgazakî ya Japonyayê. Roja 29'ê mehê li Japonyayê fîlm hat nîşandayîn û piştî nîşandayînê bertekan xwe da hîskirin. Ciwanekî ku ji bo BBC axiviye wisa gotiye, "Oppenheimer wekî ku kesek mikemel be hatiye nîşandayîn lê ew poşmanî û sûcdariya xwe veraşêre. Dîtina vê hestê tiştek ecêb bû."
Ji temaşevanan yekî gotiye, "Dilê mirov dixele", temaşevak 37 salî tu ji Hîroşîmaye wisa gotiye, "Helbet ev fîlmekî mikemel e ku xelatên Akademiyê heq dike. Lê fîlm di heman demê de fîlmekî ye ku pesnê bombeya atomê dide. Ez wekî kesek ji Hîroşîmayê ev yek ji bo min giran bû."