Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) roja 16'ê kewçêra 2021'ê li Bostanci Gosterî Merkezî ya Stenbolê Tirkiyeyê wê çalakiyeke hunerî li dar bixista. Çalakî ji bo 30'emîn salvegera NÇM'ê bû bernameyeke berfireh hatibû amadekirin. Lê Qeymeqamiya Kadikoya Stenbolê çalakî qedexe kiribû. Parêzerên NÇM'ê ev biryar biribû cem dozger. 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê bi sedema "azadiya ramanê hatiye binpêkirin, mafê azadiya zanist û hunerê, mafê civîna bi aştiyane hatiye binpêkirin" biryara Qeymeqamiya Kadikoyê betal kir.
Li ser vê yekê xebatkarên NÇM'ê Dilan Suyu û Talat Yeşîl ligel Hevdîrektorê MLSA'yê (Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê) parêzer Veysel Ok derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyanî dan. Suyu diyar kir ku wan ev biryara "kêfî" ya qeymeqamî birine dadgehê û ji bo biryara hatiye girtin wisa got, "Ev biryar ji bo hemû xebatên hunerî û çandî biryarek mînak e."
Parêzer Ok jî got ku bi vê biryarê her kes dikare konser û çalatiyan bi hêsanî lidar bixe.
Li aliyê din par jî NÇM'ê ji bo 31'emîn salvegera xwe çalakiyeke amade kiribû, lê ew jî hatibû qedexekirin.