logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

KENY ji bo Efrînê dicive

Di êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de îro çi qewimî, li dinyayê çi deng derket? Vane hin notên îro:

  • Dîrok: 21/01/2018
  • Beş: Nûçe


21.01.2018... 

Di êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de îro çi qewimî, li dinyayê çi deng derket? Vane hin notên îro:

Fransayê bang li NY'ê kir
Fransayê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi rojeva li ser Efrînê bicive. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku piştî bûyerên Efrîn û Idlibê, welatê wî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayeke lezgîn bicivin. Piştî vê bangê NY'ê biryar da ku roja 22'yê mehê li hev bicive.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di peyameke xwe ya din de jî wisa got: "divê di cih de pevçûn bêne rawestandin û ji bo alîkariya mirovî firsend bê dayîn."

Swdê piştgirî da
Dewleta Swêdê jî piştî banga Fransayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku piştgirî dide banga Fransayê.

Misirê piştgirî da
Misirê li hemberî êrîşa li ser Efrînê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku ev serdestiya Sûriyeyê binpê dike û derseyê li têkoşîna li hemberî terorê ya li Sûriyeyê dike.

Almanya bertek nîşan da
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel li ser êrîşê wisa got: "Em bi metirsî qewimînên li bakurê Sûriyeyê dişopînin. Pevçûna di navbera Tirkiye û hêzên kurd de rîskên ku nayên texmînkirin di nava xwe de dihewîne."

Îran: Gavek zûtir êrîşê rawestînin
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNA'yê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Bahrem Kasimî wisa got: "Ji bo qeyraneke nû dernekeve Îran li bendêye ku Tirkiye dawî li tevgera xwe ya li sînorê Sûriyeyê bîne. Qeyrana ku li Efrînê çêbibe bi kêrî komên terorê yên li Sûriyeyê tê."

6 sivîl hatin kuştin
Îro li gundê Eynabkê de di encama bombebaranê de 6 sivîl hatin kuştin.  Rehef Hisên El Umer (33 salî), Waîl Hisên El Umer (yek salî), Hêdîl Hisên El Umer (10 salî), Selma Hisên El Umer (6 salî), Musab Hisên El Umer (6 salî) ku ew bi xwe koçberê ji Idbilê hatibûn Efrînê hatin kuştin. Hat gotin ku ji malbatê du kes jî winda ne.

Pevçûn û hin encam
Artêşa tirk ragihand ku îro bi balafiran li 35 hedefên YPG'ê dane
Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi daxuyaniyek diyar kir ku herêmên ku artêşa Tirk û çeteyên ku dixwestin xwe lê bi cih bikin, hemû hatin paqijkirin. Hat îdîakirin ku 6 tangên dewleta Tirkiyeyê hatine rûxandin û hin leşker jî dîl hatine girtin.

YNK: Ger pêwîst bike emê hêz bişînin Efrînê
Îro piştî nîvro berpirsê desteya rêveber a YNK’ê Mele Bextiyar û berdevkê YNK’ê Sedî Pîre serdana nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kirin.
Du nûnerên YNK’ê piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê diyar kirin û gotin ku ger pêwîst bike wê hêz bişînin Efrînê.

Êrîşê şermezarkirinê kirin
Li Amed û Stenbolê gel xwest êrîşê şermezar bikin lê li her du aliyan jî polîsan êrîş kir û nehişt. Li Amedê polîsan berî saeta daxuyaniyê ber avahiya HDP'ya Amedê dagir kir û nehişt kes li hev bicive. Her wiha nehişt rêveber jî ji avahiyê derkevin derve.
Li Stenbolê jî kesên li Kadikoyê hatin ba hev rastî êrîş polîsan hatin. Bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Amûdê her kes li kolanê bû. Li gelek bajarên li Ewropayê jî çalakî hatin lidarxistin û êrîş hat şermezarkirin.

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Rusya li ser operasyonê çi difikire? 

- Balafirên tirk herêma Efrînê bombebaran kirin (20.01.2018)

- Navdarên dinyayê ji bo Efrînê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Walîtiya Şirnexê got "Kurdistan"

ad

SONAR'î anketê weçîniyayişî kerd vila

ad

Li Îngilistanê hilbijartina pêşwext li dar dikeve

ad

Xelîl Xemgîn: M. Şêxo di afirandina hunerê de sînor naskiriye

ad

Çapemeniya dinyayê cihek fireh da komkujiyê

ad

'Şeşaqil û Romanûsiya Cîhan Roj'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname