MURAT MANG / BIELEFELD
Bi armanca çareserkirina pirsgirêka dersa zimanê dayikê ya Kurdî, 18´ê Nîsana 2016’an, li bajarê Dusseldorfê, li Wezareta Perwerdeyê ya eyaleta Westfaliya Bakurê Reinê (NRW) civînek hatibû lidarxistin. Li ser navê saziyên Kurd, Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê, Înîsiyatîfa Malbatên Kurd li Bielefeldê, Navenda ji bo Lêkolînên Kurdî û Civata Kurd, çar kes û ji Wezareta Perwerdeya NRW’ê jî Sekreterê Beşa Dersên Zimanê Dayikê û du kesên din beşdarî heman civînê bûbûn. Saziyên Kurd vê hevdîtinê bi bîr dixin, nerazîbûna xwe ji xemsariya wezaretê îfade dikin û dibêjin, “me dixapînin.”
620 zarok li benda dersên Kurdî ne
Li ser wê hewdîtinê, Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd Mamoste Abdulqadir Ulumaskan û li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Kurd li Bielefeld Zerîfe Husein ji rojnameya me re axivîn û nerazîbûna xwe îfade kirin. Mamoste Ulumaskan, destpêkê, behsa hevdînê kir û got, “di hevdîtinê de, bi girranî li ser rewşa mamosteyên Kurd hat rawestîn û daxwaza tayinkirina mamosteyên nû hate kirin.” Mamoste, îşaret bi daxwaza dêûbav û zarokan kir ku dixwazin dersên Kurdî bikin û wiha devam kir: “Li gorî hejmarên îsal, niha bi taybetî li çend bajaran daxwaza dersên Kurdî heye. Li Herford, Hagen û Gelsenkirchenê tenê, bi giştî 620 xwendekar ji bona dersên zimanê Kurdî hatine qeydkirin. Lê mixabin ji ber hinceta nebûna mamosteyên Kurdî, ev zarok nikarin dersa zimanê dayika xwe bibînin. Dîsa ji bo dersên zimanê dayikê ne piştî nîvrojê be, danê sibehî be û zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî û yên din bibe dersa zimanê biyanî yê duyemîn û hin mijarên din hatin rojevê.”
Wezaret bersivê nade!
Mamoste Ulumaskan, bal kişand ser projeyên xwe û got, “heta îro Wezaret ji bo wan projeyên me hê jî bersiv nedaye. Me wekî Yekîtiya Mamosteyên Kurd ji bo çareseriya vê pirsgirêkê beriya bi du salan, projeyek ji bo perwerdekirina mamosteyên Kurdî yên nû amade kir û da Zanîngeha Essenê. Zanîngehê projeya me pejirandibû û ji bo piştgiriyê ji Wezareta Perwerdeya NRW’ê şandibû. Me ji bo destpêkirina vê perwerdeyê ji nûnerê wezaretê alîkarî xwestibû. Me tevî vê daxwaza sereke dosyayeke 14 xalên pirsgirêkên dersên zimanê Kurdî, radestî wezaretê kir.”
Piştî 8 mehan nameyeke xapînok
Mamoste Ulumaskan got, Wezaretê Perwerdê ya NRW´yê wan dixapîne û got, “Piştî 8 mehan ji wezaretê ji me re nameyeke xapînok hat, û bêyî ku qala hemû pirsgirêkên ragihandî bê kirin, ji me lîsteya zarokên hatine qeydkirin, xwestibû. Jixwe, ew lîste li ber destê dibistan û Daîreyên perwerdeya wan hebûn. Ji bo vê, ne hewcebû 8 meh derbas bibin û dibistan vebin. Derbarê projeya perwerdeya mamosteyên Kurdî de heta niha Wezareta Perwerdeyê ti bersiv nedaye me. Bêguman ji vê helwêsta wan tê fêmkirin ku naxwazin dersên zimanê Kurdî bê dayin. Wek mafekî sembolîk heye lê ji bo bipêşketina wî mafî derfetên wekhev nayên dayîn. Dema bixwazin, dikarin di demeke kurt de mamosteyên Kurdî bidin perwerd kirin û dest bi kar bidin kirin. Di destûrên wan de Rêbaza Awarte jî heye û li gorî vê rêbazê kesên beşa mamosteyiyê nexwendibin, lê karibin dersan dibin, dikarin bigirin kar. Belê, bi qanûn û fermî mafê dersên zimanê dayikê heye lê di pratîkê de derfetên bikaranîna vî mafî nayên dayin. Mîna çîroka ezimandina quling û rovî ye.”
Em karê xwe baş nakin
Mamoste Ulumaskan îşaret bi kêm û kurtiyên saziyên Kurd jî dike û dibêje, divê em rexneyê li xwe jî bigirin: “Em wekê sazî û rêxistinên Kurd karê xwe baş nakin. Elman jî bi vê yekê baş dizanin û lewma jî beramber daxwazên me xemsar dibin. Gava em karê xwe bi rêkûpêk, bênavber û bi biryardarî bikin, ew dê nikaribin daxwaz û mafên me nebînin. Nuha em bibêjin, saziyên me yên pîşeyî û civakî wek komel û înîsiyatîfên mamoste û malbatan, em karê xwe li gorî destûra wan bikin û derkevin pêşberî wan, hingê ew nikarin zêdê serî li me bigerînin. Rast e, hin astengiyên ew dertînin pêş me hene. Lê em bi xwe jî ji bona ji holê rakirina wan astengiyan ti hewldana berbiçav nakin.”
Ulumaskan wekî Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd got, “Vê gavê li Eyaleta NRW’yê bi qasî 1.100 zarok li dibistanan dersên zimanê Kurdî dixwînin. Li wan bajarên me bahsa wan kirî jî zêdeyî 600 zarokî li hêviya dersên Kurdî ne. Karên saziyên Kurd yên perwerdê û malbatan tesbît, qeydkirin û gihandina saziyên Elman ên peywendîdar a vê daxwaza dersên Kurdî ye. Dema em daxwaz û mafên xwe baş nekin mixabin, kesek jî nabêje, fermo, ji we re, ev mafê we ye! Dîsa wek mînakek dawî ez dixwazim bibêjim; em îro li Eyaleta NRW’yê kampanyayeke qeydkirina zarokên Kurd ji bo zimanê Kurdî bidin destpêkirin, ez bawer dikim di demeke kurt de em ê karibin ne 600, lê bi hêsanî 6 hezar zarokan jî qeyd bikin!”
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin