logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat
  2. Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran
  3. Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir
  4. 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî
  5. Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
news-details

Alan kî ne?

Nivîsek li ser eşîra kurd Alan ku li gelek herêm û welatan belav bûne...

  • Dîrok: 26/07/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Di van salên dawiyê de bi sedan kurdan navê Alan li zarokên xwe kirine. Ji ber Alanê Rojava yê di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest da, niha bi navê “Alan Kurdî“ keştiyek li ser Derya Spî ji bo rizgarkirina pênaberan digere. Peyva “al /ala“ di zimanê me de bûye remz a ku bi navê gelan li ser cawekê tê hildan û pîroz tê dîtin. Ji wê peyvê peyva “aladar“ afiriye, yanê kesê ku alê hildide. Her wisa “al“ di hin devokan de wekî tonajeke rengê sor jî te zanîn. Dema “al“ ew remza neteweyan be, “al + an =alan" dibe forma wê ya piraniyê. Min jî di romana “Serwerê Med Aştiyago" de bi niyeta ew serokê hemû alên mîrîtî o satrapiyan be, cih bi cih “Aştiyago yê Alan“ bikaraniye. Yanê ne bi niyeta ku ew ji malbatek, yan jî ji eşîra Alanan be.

Li Kurdistanê eşîra Alan eşîreke mezin û gelek berbelav e. Alanên li Dêrsimê dijîn, bi kirmanckî diaxivin û yarsaniyê bakurî (Elevî) ne, yên li Hekarî û Wanê kurmancî diaxivin û misliman in. Her wisa Alanên bi zaravayê Naverast û xwarû Mukrî û kelhûrî diaxivin jî hene, heta di nava Lûran de jî behsa êleke wiha tê kirin. Her kurd destana “Memê Alan“ dizane, ev destana me ya netewî ye. Ehmedê Xanî jî di Mem û Zînê de navê Alan bikaraniye.

Ne tenê ev Alanên em dizanin, li gor belgeyên berdest gelek Alan wekî leşkerên bi pere tevî Artêşa Împaratoriya Roma bûne, hetanî navenda Ewropayê çûne. Bi vê ve girêdayî di sedsala 11'an de hin malbatên fransiz û brotonan reseniya xwe bi Alanan ve girêdane. Yanê bi wan pesnê xwe dane. Wan di nivîsên xwe de ragihandine ku kalê wan zarokên Alanên leşkerê Împaratoriya Roma bûne. Navê artîstê fransiz yê navdar “Alan Delon“ jî ji wan esilzadeyan tê. Alan bi keyên xwe Artax re di sedsala 409 Piştî Miladê li ser Spanyayê re çûne Portekîzê jî.

Ev Alan kî ne û ji ku ne?

Dema em li dîroka Medan û dîroka konfederasyona Massagettan dinêrin, navê wan di nava her du konfederasyonan de jî derbas nabe. Bes em dizanin ku di nava federasyona Massagettan de ligel Reşkotan /Reşan, Masekan, Sakan hin eşîrên din jî hebûne, lê navê wan di nivîsan de derbas nabin, lema em nizanin ka ev Alan jî di nava vê federasyonê de ne, yan na! Her wisa di dema Medan de hin eşîrên Rojhilat ên cengawer û yên aliyê Kafkasyayê jî hebûne, bes navên wan jî nayê zanîn.

Li gor daneyên berdest Alan koçber bûne. Cih û warê Alanan ya bingehên Horasana Eyaleta Îranê ku îro kurd lê dijîn û Rojhilatê Çiyayê Elbiruzê ye. Ji vir carek hetanê Tacikistan, Çiyayên Pamîr û Taxoristanê (iro jê re Uyguristan dibêjin) çûne. Di çîroka Xiongnu yê mîrê çînê serwerê Chih Chih de navê Alanan derbas dibe, ew radigihîne ku wî hetanî cihê Alanan her der dagir kiriye.

Alan koçber in, li Rojhilat nasekinin, berê xwe didin başûrê Kafkasyayê, di sedsala 4'an de ji çiyayê Elbrûzê bigire, heta Derya Reş her derî digirin. Di nivîsên Pontûsan de behsa êrîşên Alanan tê kirin. Li Kafkasyayê serweriyeke bi hêz ku axa Çeçenistan, Daxistan, Gurcistana îro jî di nav de hetanî Kirimê jî girtiye nav xwe, ava dikin. Lê ev serweriya wan bi aliyê Hûnan ve tê ruxandin. Wê demê hin ezbetên Alanan hetanê navenda Ewropayê bela dibin. Li gor hin daneyên alman, hin ji wan hetanê Hunsruck (Rheinland Pfalz / Almanyayê) jî tên. Birêz Alî Huseyîn Kerim bi tirkî di bin navê "Balkan Yarimadasinda Kurtler" (Kurdên li nîvgirava Balkanan) berhemekê nivîsiye. Ev koçberiya Alanan wê xebata Alî Huseyîn Kerim bi her awayî piştrast dike.

Mixabin ku pirsên em bersivên wan baş nizanin jî hê gelek in, ji van pirsan yek ev e: “Gelo Şedadiyên li heman herêmê (Başûrê Kafkasyayê) mîrîtiyekê avakirine jî ji Alanan in?“ Her wiha mirov ji bo Mîrîtiya Mîhraniyan ku di sedsala 6'an de hatiye damezrandin jî dikane vê pirsê bike.

Gelek mixabin ku di vê mijara Alanan de jî tu lêkolînerên ewropî her çendî zimanê wan devokek kurdî ye jî, hewl nedane ku têkiliyekê di navbera wê eşîra kurdan û kurdan de deynin. Mîna ku ew nijadeke serbixwe be nîşan dane. Rastiya vê eşîra me jî, dîsa li ser milê me kurdan dimîne.

Eşîra Alanên hê îro jî li Kurdistanê dijîn ji heman bingehî ne, Yanê Alan eşîreke kurd a navdar e. Çima em dikanin bi rikî ve bibêjin? Dema em li zimanê Alanê li Kurdistanê dijîn û yên li Osetyayayê dirûberînin û bikaranîna navê Alanan binêrin rastiyê dibînin. Oset wekî paşmayiyê Alanan tê zanîn, ew ji xwe re “Alon“ dibêjin. Alanên li Dêrsimê jî ji xwe re “Alo / Aloyî, Alon“ dibêjin. Dema mirov gotinên ji rûsî û kafkasî ketine zimanê osetî jê derxe, osetî wekî devokeke kurmanciya Serhedê derdikeve pêşiya me. Kurmanc dikanin bi van gotinên biyanî re jî osetî ji Soranî û Kirmanckî (Zaza) hêsantir fêm bikin.

Em osetî ji nivîsên Selençûk yên li ser kêlikên gorên li Osetya Bakur, ji nivîsa Johannes Tzetzes ev jî du hevok in û nivîsên di sala 1422 hatine nivisîn û niha di pirtûkxaneya netewî ya Szêchênyî de ye (Macaristanê) dizanin. Têkiliya wan û Sarmatan çi ye, em wê jî baş nizanin. Lê di warê ziman de baş zelal dibe ku devokek zimanê arî ya Bakurarojava ye, bi gotineke hêsan devokek kurdî – kurmancî ye.

26.07.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Axaftina bi kurdî ya seroka dîwanê

ad

Ev gavek xweşik e: Tablet dan xwendekarên kurdîhez

ad

Di Fûara Pirtûkan dengê kurdan lawaz tê

ad

Li ser Rojava û Sûriyeyê îro çi qewimî?

ad

Juriya Festîvala Sûc û Cezayê diyar bû

ad

Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

  • 08 12 2025
news

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

  • 08 12 2025
news

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir

  • 08 12 2025
news

2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî

  • 09 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname