Diyarname
Ji ber ku peyva "Kurdistan" bikar anîne cezaya salek hepsê li parêzer Keskîn, nivîskar Polat û standupkar Batgi hate birîn.
Dadgeha 5'emîn Asliye Ceza ya Amedê ji ber ku peyva "Kurdistan" bikar anîne her yek salek cezaya hepsê li parêzvana mafên mirovan Eren Keskin, nivîskar Edîb Polat û Standupkar Murat Batgi birî.
Keskîn, Polat û Batgî roja 3'yê mehê saet 13.00'an de dê li ÎHD'ya Stenbolê li ser vê yekê daxuyaniyeke bidin çapemeniyê.


