Diyarname
Vê hefteyê 4 jê ji Tirkiyeyê 4 jî biyanî bi giştî 8 fîlm derketin vîzyonê. Fîlmê "Tenê Leheng" derdikeve pêş.
Fîlmê "Only The Brave" ku derhêneriya wî Joseph Kosinski kiriye bi navê "Korkusuzlar" xistine vîzyonê. Josh Brolin, Miles Teller, Jeff Bridges û James Badge Dale di fîlm de dilîzin. Fîlmê ku ji çîroka rastî ya Granite Mountain Hotshots (Şewata Çiyayê Granite) hatiye girtin çîroka komek îtfaiyekaran pêşkêş dike. Îtfaiyekarên li herêmê ji bo malbat, civat û welat biparêzin xwe diavêjin nav talûkeyê. Fîlm çîroka wan û çîroka hêvî, biryardarî, piştgirî û fedekariya wan nîşan dide. Di dema ku gelek kes ji talûkeyê direvin ew berevajî ber bi talûkeyê ve diçin, jiyana mirovan, mal û milkê mirovan diparêzin.
Di nav fîlman de hilbijartin çêdibe lê yên ku ji aksiyonê hez bikin jî, yên ku ji komedî hez bikin jî vê hefteyê parek ji bo wan hene. Fîlmên Martin Campbell "The Foreigner" (Wekî "întîkam" ji bo tirkî wergerandin) bi lîstikvanên xwe Jackie Chan, Pierce Brosnan, Katie Leung û Rufus Jones bala aksiyonhezan dikişîne ser xwe.
Û vane fîlmên din:
- Suburbicon, Derhêner George Clooney
- Alibi.com, Derhêner Philippe Lacheaux
- Otekî Taraf, Derhêner Ozcan Denîz
- On Adim, Derhêner Fatih Hacıosmanoglu
- Maide'nin Altin Gunu, Derhêner Caner Ozyurtlu
- Genç Pehlivanlar, Derhêner Mete Gumurhan


