Diyarname
Gunay Karakuş di Komkujiya 10'ê Kewçêra 2015'an a li Enqereyê de bi sedan kes miribûn û ew bi sedan jî birîndar hebûn. Yek ji wan birîndaran jî Gunay Karakuş bû. Karakuş çar mehan li nexweşxaneyê ma û hem li nexweşxaneyê, û dema derket wêne çêkirin. Niha wêneyên ku Karakuş çêkirin li Galerî Çankaya ya li Enqereyê de têne pêşkêş kirin.
Pêşangeha Karakuş bi navê "Ekînoks" 15'ê mehê vebû û heta 22'yê mehê vekiriye. Karakuş a ku di komkujiyê de du hevalên wê mirin û yê wê jî lingekî wê qetiya dibêje ku bi saya wêneyan ji nû ve li jiyanê sor bûye. Ew dibêje, "Piştî 10'ê Kewçêrê ger hilberîna xwe nedomanda dê nikariba ber xwe bida."
Di galerî de tabloyên wê têne firotin û pereyên ji tabloyan bêne bi dest xistin dê ji bo dermankirina xwe bikar bîne.


