Cemil Oguz
Ez gelek çalakiyan dişopînim hemûyan ne ji bo nûçeyê lê ji bo xwe dişopînim... Piştî şopandinê hin çalakî wisa xwe didin der ku nabe ez li ser nenivîsim; ya li ser Ahmed Arîf jî bi vî awayî bû.
Ji bo 90 saliya helbestvan Ahmed Arîf bi amadekariya Metîsê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê panelek dê li dar bikeve (04.11.2017). Panelîst nivîskar Şeyhmus Dîken e. Ez meraq dikim piştî 90 salan dê li ser Ahmed Arîf çi bibêje? Û dê çi yê nû bibêje? Bi wê meraqê ez berê xwe didim Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li derveyî Stenbolê ye. Saeta panelê tê, Dîken li pêş me ye. Dîken bi zimanekî herîkbar, bi mînakên balkêş qala jiyan û nivîs, helbestvaniya Ahmed Arîf dike. Kesên hatine temaşekirinê bi kêfxweşî ji panelê vediqetin, ez jî bi vî awayî. Û di dawiyê de dixwazim hin notên ji axaftina Şeyhmus Dîken parve bikim. Fermo ew not (Zimanê panelê bi tirkî bû):
Li Xançepekê tê dinê
- Li gor Ahmed Arîf ew di 21'ê avrêla 1927'an de, lê li gor nasnameya ku kurê wî Fîlînta piştî mirina wî belav kir de di 23'yê avrêlê de hatiye dinê. Ew li nava Sûrê, li Taxa Fatîhê, bi navê xwe yê navdar li Xançepekê, li Kuçeya Yagci, no 7 hatiye dinê.
- Di salên 2010'an de şaredarê wê demê Abdullah Demîrbaş, bi biryara Meclisa Şaredariyê navê vê kuçeyê guherandin kir "Kuçeya Ahmed Arîf" û taleba li ser kuçeyê daliqand. Demek berê dema ez çûm min halê kuçeyê dît ne kuçe, ne mal dihat nasîn; bûbû qurbanê felaketek.
- Bavê wî Arîf Hîkmet Beg ji Kerkûkê û diya wî Sare Xanem ji Erbîlê bû. Li gor ji Refîk Durbaş re axivîbû bavê wî ne kurd lê diya wî kurd bû. Piştî di du saliya wî de diya wî dimire, Arîfe Xanim ku ji eşîra Misyan a Çewligê ye jêre dayiktî dike ku ew dijî peyva "Dayiktî" derdikeve û wê wekî diya xwe ya heq dibîne.
Li Sêwregê kurdî hîn dibe
- Ji ber bavê wî Başçawîşê Siwariyan e wî dişînin Sêwregê. Ahmed Arîf li Sêwregê hînê zazakî û kurmancî dibe, li Herranê hînê erebî dibe.
- Ji ber ku birê Ahmed Arîf li Afyonê di dibistaneke navîn de mamostetî dike, bavê wî ji bo xwendine wî ya lîseyê dişîne Afyonê.
Di sala 1943'yan de di kovarekî li Afroyênê de "guldesteya helbestan" diweşîne. Li aliyê çepê yê kovarê Neyzen, aliyê rastê Ahmed Arîf. Arîf bi vê serbilind dibe, 10 lîra jî telîf digire. Ne pereyek hindik e, bifikirin ku bavê wî mehê 5 lîra jêre pere dişîne.
Zimanê helbestê xurt dibe
- Di sala 1947'an de piştî leşkeriyê li Enqereyê beşa ziman-dîrok-erdnîgarî dixwîne. Zimanê wî yê helbestan li vir dikemile. Berî helbestên wî li cihek bêne weşandin bi ser zimanan dikevin, belav dibin.
- Pirtûka wî "Hasretinden Prangalar Eskittim" (Ji hesreta te min pranga kevn kirin) ji helbestên wî yên di navbera salên 1947-1959'an de nivîsandine pêk tê. Di pirtûkê de 19 helbest hene.
Yaşar Kemal li ser wî diaxive
- Yaşar Kemal ji bo wî wisa dibêje: "Dema mirov Amedê dibîne fêmkirina Ahmed Arîf hêsantir dibe. Ew bi sûrên xwe yên mezin, bi stran, girtîgeh, sar û germê û bi çanda gel ku ji her derê tê ve.. Ne tiştekî hêsan e helbestvanekî wekî Ahmed Arîf di serdema me de bijî. Amed cihê hevdîtina çanda mezin e, werçerx e, navend e. Deng û gotina Ahmed Arîf têkilheva deng û gotina hemû Anadolû û Mezopotamyayê ye."
Nameyen ji bo Leyla Erbîl
Di nameyeke ku ji bo Leyla Erbîl nivîsandiye de wisa dibêje: "Tu bixwazî nameyê bişîne navnîşana ku tu dizanî, dixwazî bişîne navnîşana min di nameya din de nivîsî. A rast, tu hema navê min binivîsî bes e, name dê bê û min bibîne. Ev der cihek biçûk e, navdariya min jî belav bûye..." Ew, ew qas bi erdnîgariya lê jiyan dike bawer e.
- Ew wisa qala memleketê xwe yê di helbestên xwe de dike: "Ji Dîcleyê qûm dibirin ji bo balafirgeha leşkerî çêbikin. Vaye rojên "tarûmarkirina bexçeyê yara min" ew roj bûn. "Notên ji Keleha Amedê" û "Newaya Pitika Adîloş" hem helbesta min a şexsî, hem helbesta bajarê dilê min e, helbesta welatê min ê hêja, helbesta Ameda min e."
Îşkenceya ji bo 33 Gule
- Helbesta 33 Gule li tu cihî nehatiye weşandin lê polîs hay jê çêbûne, wî digirin dibin. Di îşkenceyê de jê dixwazin ew vê helbestê ji bo wan bixwîne, lê ligel hemû îşkenceyê jî naxwîne. Wisa lê didin, dibêjin mir, dibin diavêjin nav erdek vala ya li dora Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê. Ew ditirse kûçik bên wî bixwin; serê sibê paqijkerên wê derê bedenê wî yê birîndar dibînin. Bi hefteyan li nav cihan dimîne, hê tê ser xwe.
Li Stenbolê li cîhê îşkenceyê Sansaryan Xanê jî 128 rojan dimîne.
Di 1968'an de 33 Gule tê weşandin
- 33 Gule hinek jî ji bo roja me nivîsiye; wekî ku dengdanek be ji bo Roboskîya bi salan paşê çêbû û ji bîra me jê naçe. Ger kuştina 33 gundiyên li Qelqeliya Wanê di bîra me de hê jî mabe hinek jî bi xêra helbestên Ahmed Arîf maye. Ew ji bo Mustafa Ekîncî dibêje "Xalê min ê şîr". Ekîncî meseleya 33 Gule dibe meclisê lê helbest di dest de nîn e, hinek jî bi gazin ji Arîf re dibêje, "Lo Arîf, min mesele bir meclisê lê helbest di destê min de nîn e", mafdar e jî. Temamê 33 Gule di sala 1968'an de di hejmara 36'an a kovara Soyut de tê weşandin.
Te çima 33 Gule nivîsî
- Hin hevalên wî yên nêz wî digirin bin lêpirsînê, dibêjin "Te çi ma ev nivîsî, ji dêvla vê te Mustafa Suphî binivîsanda" ew bersivê dide, "Li vê Bahçelîevlerê (taxek li Enqereyê) kêmaqilek 33 mirîşkan serjêbike û biavêje kuçeyê roja din dê di rojnameya Ulusê de li ser çar stûnan bibe manşet. Ev ne mirîşk in jî heyran, 33 hemwelatiyên te! Tu sûcek wan jî nîn e. Pîr û pak in. Belkî ji me hemûyan zêdetir bêsûc in."
Ahmed Arîfê evîndar
- Ahmed Arîf di helbestên xwe de hezkirin, eşqê bi sebir û aramî dihone di helbestên xwe de. Mînaka vê di nameyên Ahmed Arîf ên ji bo Leyla Erbîl ku piştî mirina Arîf hatin weşandin de xwe nîşan dide. Wiha eşqekî ye; li bendê maye, bi inyad nivîsandiye û bi sebir raxistiye nav hevokan "zalim Leyla, Leyla..."
Di nameyek de jî wisa dibêje, "Tu dizanî, tiştê ku ji bo te ez nekim tune ye (qet nebe dikarim canê xwe bidim). Bila trênên ku tu siwar dibî qeweta wan kêm nebe. Cihê tu pêl lê dikî bila erdhej lê çênebe. Bila behr aram, keştî li rê bin. Fermanê bide bila ba min bigire biavêje wan deran.."
- "Ez her te xeyal dikim. Ecêb e... Tu bawer nakî lê tu her li ba min î... Ez dadikevim Dîcleyê tu, ez diçim cem cîranan tu, dema tebeqê pêdigirim tu, dema cemedê dişkînim tu, dema jinek xweşik dûr an nêz dibînim tu. Herî zêde jî dema hevokan lê dikim..."
Û ew xala dawî lê dike: "Di her helbesta min de tu heyî û tu yê hebî..."
'Olan hebene!'
- Di sala 1978'an de li Yekîtiya Mulkiyeyên Enqereyê Ahmed Arîf, hevalê wî Hamîd Necmeddîn Yazici ligel wezîrekî CHP'yî rûniştine, wezîr dibêje, "Nebêjin serhildan, merhildan û meseleyê nenepixînin! Çekên di destên zilaman de bi xwe malên îngilîz in. Li pişt hemû serhildanên li Tirkiyeyê tiliya biyaniyan heye. Bi ya te jî ne wisa ye Ahmed beg?" Ahmed Arîf berê xwe dide wezîr wisa dibêje: "Olan hebene (bi zimanê amediyan ji bo hinan biçûk bixin, wan dişînin cerê zikmezin) wan salan tifingên bi markeya Amedê, bi markeya Dêrsimê hebû? Hem, çekên di şerê rizgariyê de hatin bikaranîn çi marqe bûn?" Li ser vê wezîr huş dibe.
'Ahmed Arîfî bikin berendam'
- Sal 1989, hilbijartina herêmî heye SODEP dixwazin li ser daxwaza gel yekî berendam nîşan bidin, ji gel dipirsin em kî bikin berendam. Serokê SODEP'a Amedê Talat Înanç wisa dibêje: "Em ji gel dixwazin, bi awayê ku em şaşwaz man wisa digotin, 'Herin Ahmed Arîf bînin bikin berendam. Kesê ew helbestên xwe nivîsîne dê vî bajarî jî xweş bi rê ve bibe."
Spanyol bi helbestên Arîf bajarê Amedê nas dike
- Talat Înaç mînakek din dide, tûristekî spanyol rêya wî bi Amedê dikeve, bi rêya werger dipirse 'Ez dixwazim tişt kurdan jiyane hîn bibin, hûn dikarin pirtûkek pêşniyarê min bikin?' Dibêjin pirtûka Ahmed Arîf 'Hasretînden Prangalar Eskîttîm' bixwîne bes e, kes nikare ji wê xweştir jiyan û rewşa kurdan bîne ziman. Spanyol pirtûkê digire lê bi tirkî nizane. Li Spanyayê bi rêya dostekî xwe hin helbestên pirtûkê werdigerîne û guh didê, gelek jê hez dike. Li ser vê radibe li Spanyayê çalakiyek ji bo nasandina Ahmed Arîf, Amed û kurdan saz dike."
'Helbestên min wekî şekir in'
Ji bo Bakir Înanç û çend hevalên wî ku li Enqereyê diçin serdena wî dibêje, "Helbestên min wekî şekirê ku gel diavêje nava çay in. Şekir çawa ligel çay têkilhev dibe, helbestên min jî ligel gel bûne yekparçe."
- Ahmed Arîf wisa giredayî ziman, çand û ax e ku ber bi dawî ve rojek wisa dibêje: "Li qeraxa Dîcleyê ez dixwazim di bin konekî de bimirim. Ew jin wisa xweş lorikên şînê dibêjin ku tu muzîkek wisa nikare dil dax bide."
'Orjînalê wê li vir e'
Kurê wî Fîlînta zanîngehê xilas dike pêşî dixwaze peykerê bavê xwe çêbike. Çêdike lê naecibîne, dibêje, "Bavo, min neeciband, ezê xira bikim dîsa çêbikim", ew bersivê dide; "Xira bike kurê min, xira bike, ji xwe orjînalê wê li vir e."
Nirxandian Cemal Sureyya
Cemal Sureyya li ser pirtûka Ahmed Arîf dibêje, "Hasretinden Prangalar Eskittim ne pirtûkek derengmayî ye. Helbesta Ahmed helbestek bêtemen e. Ew ne rojê, ne ê demê, ew bi 'aktualîte'ya serdeman tije ye."
Ji bo Leylayê pirtûka Beşîkçî dişîne
- Di 15'ê gulana 1977'an de nameya dawî dema ji bo Leyla Erbil dişîne têde dinivîse, "Ez ji te re pirtûka îmzekirî ya Dr. Îsmaîl Beşîkçî dişînim. Tuyê eleqedar bibî, jê sûde bigirî." Paşê Beşîkçî jî vê piştrast dike û dibêje ku her ku pirtek min derdiket min yek îmze dikir û dida wî, wê çaxê yek ji bo wî min îmze kir, yek jî xwest ji bo Leyla Erbil ez îmze bikim.
Pirtûk wisa eleqeyê dibîne, carek mamosteyekî di dema mehra xwe de ji dêvla şekirê mehrê 500 heb ji pirtûkê wî digire û belav dike.
- Di yek ji nameyên xwe de wisa dibêje, "Jixwe tiştê em dikin çi ye? Ji bo zikê kesî birçî nemîne, ling pêxas nemîne, pişt bê kinc nemîne em ji jiyana xwe parçeyek didin. Hemû tev ev e..."
'Romana Bûka Kurdan'
- Di nameya 6'ê rezbera 1955'an de ji Leyla Erbîl re dişîne de min romanek bi navê "Bûka Kurdan" nivîsiye lê ji ber ku "gelek trajîk" e min qetand û avêt, dema 'Carek din ez xwe bigihînim ronahiyê ezê dîsa binivîsim'. Ahmed Arîf wisa şexsiyetekî ye tenê bi pirtûkek xwe ne tenê ji bo "dîroka me ya wêjeyê" ji bo "dîroka me ya siyasî" bûye mal.
Helbest û zimanê di helbesta Ahmed Arîf de, Ahmed Arîf jestek kurdan e ji bo tirkî. Ger îro bijiya dê 90 salî ba. Ê ji xwe ew dijî, bi helbestên xwe Ahmed Arîf dê her bijî.
(Foto: Cemil Oguz)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Serokê TYB'î: 'Ma seferberî wendişî bidin dest pa kerdin'
- Neqandinek ji nav çalakiyên Fûara Pirtûkan
- Di Fûara Pirtûkan dengê kurdan lawaz tê
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê şikil digire