Diyarname
Vê hefteyê heşt fîlm ketine vîzyonê. Fîlmên pircureyî hene. Ji nav van em yek belgefîlm, yek jî fîlm, diduyan jê derdixin pêş.
AŞK VE YAŞAM / EVÎN Û JIYAN
Fîlmê derhêner Georgia Oakley "Sense and Sensibility" bi navê "Aşk ve Yaşam" wergerandine û xistine vîzyonê. Daisy Edgar Jones, Esme Creed Miles, Caitríona Balfe û Frank Dillane têde dilîzin.
Elinor û Marianne Dashwood du xwişk in; fîlm berê xwe dide sekr jiyana wan a piştî bavê wan dimire. Ew li malîkaneya xwe ya mezin li Susseksê dijîn lê piştî vê mecbur dimînin ji wir veqetin û herin cihek dur li cem xizmên xwe. Piştî vê yekê jiyana wan dikeve nava nediyariyê; pirsgirêkên evînî, aborî û yên din xwe nîşan didin.
Fîlm ji romana Jane Austein ya bi heman navî ku di sala 1811'an de nivîsandibû hatiye kişandin.
'NAZA'
Belgefîlmê ku derdikeve pêş jî "Naza" ye. Derhenêr Yuval Abraham û Rachel Szor kişandiye.
Belgefîlm îsal li Festîvala Fîlman a Venedîkêh at nîşandayîn. Belgefîlm bi şev li ser banên Tel Avîvê hatiye kişandin û berê xwe dide operasyonên Îsraîlê yên li Xaze û windayiyên di vê operasyonê de.
Ji bo temaşekirina êş û dijwariyên şer belgefîlm dîmenan pêşkêş dike.
Va ne hemî fîlmên vê hefteyê:
- Street Fighter / Derhêner Kitao Sakurai
- Wpalefall / Derhêner Brian Duffield
- Sense and Sersibility / Derhêner Georgia Oakley
- Naza /Derhêner Yuval Abraham / Belgefîlm
- Hasip ile Nasip / Derhêner Ozgur Bakar
- Dondurmam Gaymak: Gapital / Derhêner Eyup Boz
- Cin Hikayeleri: Zulman / Derhêner Kemal Danaci
- Emiray Macera Yolcusu / Derhêner Kenan Aktaş / animasyon
FÎLMEKÎMÎ
Ji bilî van li Stenbolê Festîvala Fîlman a Payîzê Fîlmekîmî dawiya hefteyê jî didome û xatir dixwaze. Yên bixwazin dikarin li vê jî binerin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Fîlmekîmî Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên


