Diyarname
Amadehiyên ji bo 36'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê didomin. Niha mêvana rûmetê hat diyar kirin.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li Tirkiyeyê di vî warî de fûara herî mezin e îsal dê di navbera 4-12'yê sermawezê de li dar bikeve. Fûara ku her sal kesek dike mêvanê/a rûmetê îsal nivîskar Ayla Kutlu kirine "Mêvana Rûmetê". Mijara bingehîn a fuara jî wemî "Wêje, baş e ku tu heyî" hatiye diyarkirin.
Kutlu kesek bi berhemdar e
Kutlu ku di sala 1938'an de li Antakyayê hatiye dinê heta niha 9 roman, 4 çîrok û pirtûkek bîranîna nivÎsandine. Her wiha ji bo zarokan 3 roman û nêzî 15 pirtûkên zarokan nivîsandiye. Ayla Kutlu ku çîrokên wê ji bo îngilîzî, almanî, erebî û flamanî jî hatine wergerandin, bi pirtûkên xwe gelek xelat girtine. Her wiha wê amadekariya bernameyên zarokan ji bo televîzyonê kiriye, dîsa senaryo nivîsandine û şêwirmendî jî kiriye. Her wiha hin berhemên wê ji bo sînemayê jî hatine kişandin ku yek ji wan jî "Sen de gitme" (Tu jî neçe) ye ku derhêner Tunç Başaran kişandiye.
Welatê rûmetê Komara Koreyê ye
Fûarê îsal Kore wekî Welatê Mêvan vedixwîne fûarê. Di nav fûarê de 4-7'ê mehê dê li ser Koreyê, wêjeyê wê panel, gotûbêj li dar bikeve.
Bernameya fûarê ya bi temamî dê meha rezberê de eşkere bibe. Her sal gelek weşanxaneyên kurdan jî di fûarê de standê vedikin, îsal jî dê vekin.
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


