Cemil Oguz
Berhevkar û zimanzan Zeynelabidîn Zinar di panela "Ûslûba Axaftinê" de diyar kir li ser zimanê çapemeniya kurd sekinî û got: "Dema di zimanê mirov de peyv hebin û bi çapemeniya kurd zimanê kurdî baş bikar nayne."
Bi beşdariya berhevkar û zimanzan Zeynelabidîn li Seyr-î Meselê paneleke bi navê "Ûslûba axaftinê" li dar ket. Di panelê de Zinar li ser kurdî, axaftina bi kurdî û şêwaza ku divê bê bikaranîn sekinî. Zinar wisa got: "Bêguman li dinyayê tiştê herî pîroz, ziman e. Lewra eger ne ji ziman be, nayê zanîn ku mirov çi ye û çi tişt e. Ji ber vê hindê pîvan û kêşana jiyana nirxên netewî, bi bikaranîna zimanê nijadî ve girêdayî ye. Ev yek li hemû welatên dinyayê û di nava hemû neteweyên dinyayê de jî, her eynî wisa ye. Ji ber hindê, divê ku em, di warê zimên de bêalî bilipikin û her tim ji bo bipêşxistina ziman û çanda xwe bişixulin. "
Berhevkar û nivîskar Zinar da zanîn ku li dinyayê gelek rêveberên mezin bi xwe jî li ser ziman xebitîne û berhemên çandî derxistine û wisa berdewam kir: "Bêguman ziman û siyaset, du tiştên ji hev cuda ne. Ji ber ku ji zimên re îdeolojî tune, lê her tiştê siyasetê îdeolojî ye. Her weha di mesela zimên de, cûn û çînayetî, ol û rêçik, partî û komelayetî, zayend û sermaye nînin. Ji ber hindê divê em bi tu rengî têkiliya ziman û çanda kurdî, bi dîtinên siyasî û olî ve girêbest nekin."
Zinar li ser folklorê jî gotinên "Ji hemû hawayên jiyanê re, ÇAND (ango kultur) tê gotin" anî ziman û axaftina xwe wisa berdewam kir: "Di nava çandê de jî, tiştê herî girîng folklor e. Mirov çi bixwaze, mirov dikare daxwazên xwe di nava çîrok û meselok û gotinokên folklorî de bibîne. Ji ber hindê folklor çavkaniyeke pir dewlemend e û ya herî rast û durust e. Folklor ji her neteweyî re jî şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha folklor çeka herî girîng e ku mirov xwe bi wê, dikare ji mirina netewî jî biparêze. Klasîkên kurdî jî bingeha xwe li ser folklorê ava kirine."
Zeynelabidîn Zinar diyar kir ku li dinyayê pênc awayên xeber dane hene û ev ev xal jî bi vî rengî pêşkêş kir: "1- Xeberdana ji bo zarokan, 2- Xeberdana li kuçeyê, 3- Xeberdana xelkê normal, 4- Xeberdana desthilatiyê, 5- Xeberdana zanistiyê. Di nava van xalan de, hin awa û uslûbên xeberdanê yên din jî hene, weî; ûslûba xeberdana bazirgantiyê. Ûslûba xeberdana civata badexur û meyxuran, ûslûba xeberdana şêt û nezanan, ûslûba xeberdana diz û pêxwasan, ûslûba xeberdana rêncberan, ûslûba xeberdana karkeran, ûslûba xeberdana karbidestan..."
Zinar li ser bikaranîna peyvan jî got ku heta di zimanê mirov de peyv hebin divê mirov peyvên zimanê xelkê bikar neynin û wekî mînak jî mele nîşan da, got; "Di kurdî de mizgeft heye, lê mele 'camî' bikar tînin. Divê mirov wisa neke."
Berhevkar û nivîskar Zinar malper, rojname û televîzyon jî têde reşne li zimanê çapemeniya kurd kir û got; "Çapemeniya me 'mê' dike 'nêr', 'nêr' dike 'mê'. Ev yek zimanê xelkê xera dike. Divê rojnamegerên me xesas tevbigerin. Tiştên ku nizanin divê ji kal û pîran, ji der û dora xwe bipirsin û li gor wê tiştên rast bikar bînin."
Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo girîngiya "Axaftina Ûslûbê" emê sibê hemû axaftina Zelneyabidîn Zinar biweşînin.