Diyarname
Li Wanê bi ÅŸev saet 00.46'an de erdhej çêbû. Li navenda Wanê erdhej baÅŸ hat hîstikirin. Li gor Rasatxaneya Kandiliya Stenbolê erdhej bi pîleya 5.0 çêbûye. Rasatxaneyê ragihand ku navenda erdhejê Behra Wanê ye.
Erdhej li navçe û bajarên derdora Wanê jî hatiye hîskirin.
BANGA HDP'Ê PiÅŸtî erdhejê HDP'ya Wanê bi ser twittera xwe re peyama derbasbûnê belav kir û got: Ger tiÅŸtên lezgîn hebin hûn dikarin ji ser hesabê hdpvan@gmail.com re xwe bigihînin me. WALIYÊ WANÊ: Hê rewÅŸek xirab nîn e Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez ji bo ajansan got ku heta niha derbarê ziyanê de tu agahî negihîÅŸtiye ber destên wan.
Prof. Dr. Gorur: Ber bi Îranê ve dê biÅŸkê
Pisporê erdhejan Prof. Dr. Naci Gorur piÅŸtî erdhejê bi ser hesabê xwe yê twittirê re wisa got: "Çend roj berê li heman cihî erdhej çêbûbû. Îhtîmal e li nav xeta ErcîÅŸ/Qereyaziyê ye. Herhal ev xeta erdhejê ji baÅŸûrê Mûradiyeyê ber bi sînorê Îranê ve dê biÅŸkê. Min di erdheja berê de nexÅŸeyeke belav kiribû, ligel wê lê binêrin."