logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Notên ji Konferansa Mamosteyên Kurd

Rojên 24-25'ê vê mehê mamosteyên kurd di konferansê de hatin ba hev. Vane hin not ji wê konferansê:

  • Dîrok: 27/09/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

 Rojên 24-25'ê vê mehê mamosteyên kurd di konferansê de hatin ba hev. Vane hin not ji wê konferansê:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

Ez hêvîdarim piştî wan rojên konferansê yên tijî xebat, çalakî û întensîv hûn gişt gihaştin malên xwe û hinekî vehisiyan.
Spas ji bo beşdarbûna we ya çalak ya di asta herî bilind de ku we di rojên konferansê de dilşadî û hevaltî kir serdest. Bê beşdarbûna we ya ji dil ya di nîqaş û xebatên konferansê de ne mimkun bû ku ev konferansa pêk bihata û ewqas serketî bûya. >>>wêne

66 kes beşdarê konferansê bûn
Ji 27 şaredariyên Swêdê 60 mamosteyên kurdî, 3 nûnerên Skolverket, Dayreya Giştî ya Karûbarê Xwendegehan, parlamenterek kevn, lîngîvîstek û midûreka perwerdeya pirzimanî beşdarê konferansê bûn. Ji mamosteyan nêzî nîvî mamosteyên kurmancî, nîvî jî yên soranî bûn. Her weha ji mamosteyan 31 jin bûn. Di vê konferansê de hejmara mamosteyên kurmancê ji ya konferansên din zêdetir bû.

Medya kurdî
Medya kurdî alaqeyek baş û germ ji bo konferansa me nîşan da. Rojnameyên dijîtal û yên din yên wek Azadiya Welat, Radyoya Dengê Amerîka ku di derbarê konferansê de nûçeyên berfireh  weşandin me navê wan di malpera xwe de nivisî. Mimkun e, me navê hinekan nedîtibe. Em carek din ji medya  kurdî re spasên xwe pêşkêş dikin.

Nirxandina nivîskî
Min çavek li nirxandina ku we bi nivîskî kiribû gerand. We hem dereceyek gelek bilind daye konferansê hem jî çennd rexneyên gelek çêker û şiroveyên hêja kirine. Em ê bi awayekî gelek ciddî li ser nirxandina we rawestin ku em konferansa sala bê hîn baştir organîze bikin.

Ez ji nirxandinên we têdigihêm ku em bi hev re konferansek gelek bi serketî jiyan. Ev bi saya beşdarbûna we ya çalak û axaftvanên konferansê yên di beşên xwe de pispor bû.

Axaftvanên konferansê
Axaftvanên konferansê gişt di beşên xwe de serketî bûn. Lê dîsa jî ez dixwazim spaseka mezin û taybet ji bo Emîrê Hessenpoor bişînim ku ji Kanadayê heta Swêdê hat û li ser standardkirina zimanê me gotareke gelek girîng û zanistî pêşkêş kir. Ez bawer im axftina Dr Emîr Hessenpoor fikrên nû li ba beşdarên konferansê peyda kirin.

Em ê li ser tevahîya konferansê û gotarên ku hatin pêşkêşkirin raporeke berfirehtir biweşînin.

Wêneyên konferansê
Ez dixwazim hin wêneyên konferansê bi we re par ve bikim. Ku ”facabook”a we heye, em dikarin li wir jî wêne û agahdariyên din bi hev re par ve bikin. Maîla (e-name) min ya ”facebook”ê ev e: diljen@hotmail.com. Ji xwe navê gelekan ji we di lîsteya hevalên min yên ”facebook”ê de heye. Ku hûn/hing ”Haydar Diljen” binivîsin û di facebookê de lê bigerin hûn dê min bibînin.

Malpera Dibistana Kurdî
Malpera Dibistana kurdî ji bo we mamosteyên kurdî, şagirdên we, malbatên şagirdan û kesên din yên ku bi ziman û perwerdeya kurdî ve mijûl in, e. Di onferansê de em Li se geşkirina malperê pir ranewestiyan. Ez hêvîdar im ku hûn hem bi fikrên xwe hem jî bi şandina materyal û xebatên xwe û şagirdên xwe hîn çalaktir beşdarê xebata malpera www.diistanakurdi.com bibin. Her weha em amedekariyê dikin ku di rojên pêş me de redaksiyona malperê firehtir bikin.

Herweha spas ji bo wan 27 şaredariyên Swêdê ku mamosteyên xwe şandin vê konferansê û mesrefa wan girt ser xwe. Spas ji bo Şaredariya Vesterosê mazûbaniya vê konferansê kir û Li ser navê Şaredariyê midûra Navenda duzimanî Karîn Broback bi awayekî aktîf beşdarî amadekirin û pêkanîna konferansê bû. Spas ji bo Skolverketê ku hem beşek ji mesrefên konferansê hilda ser xwe û hem jî bi 3 kesan beşdar bû û bi her awayê palpiştîya vê konfernsê kir.


Bi silavên germ

>>>wêne

27.09.2009
Redaktorê Malpera Dibistana Kurdî
Haydar Diljen

Ji Malpera Dibistanakurdî hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji anketa Artibîrê îstatîstîkên li ser Tirkiyeyê

ad

Maseya 6 Ling ji nû ve bi 6 kesan civiya

ad

Dema pêşberendamtiya DTP'ê hate dirêjkirin

ad

52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP’ê

ad

Tirkiyeyê 'Ahlat Agaci' wekî berendam nîşan da

ad

30 Saliya TOHAV'ê, 'Di çareserî de rola hiqûqnasan'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname