Stenbol
Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Stenbolê, girtina rojnameya Azadiya Welat û Rojevê şermezar kir.
TGS'ya Stenbolê bi daxuyaniyekî nivîskî girtina Azadiya Welat û Rojevê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate birxistin ku Azadiya Welat ji destpêka sala 2010'an ve heta niha 3 caran, ji destpêka weşana ya sala 2006'an ve jî 8 caran hatiye girtin. TGS'ê di daxuyaniyê de bal kişandin ser astengî û zordariyên li ser kurdî.
TGS'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di 13'yê gulana 2010'an de Midûrê Karê Nivîsan yê berê Vedat Kurşun rastî 166 salan cezayê girtîgehê hat. Hikumet bi daxuyaniyan dibêje zextên li ser kurdî rabûne lê bi zagonên anîn ev gotin tenê di gotinê de dimînin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li her derê cîhanê girtina rojnameyan şerm e û wiha hate gotin: "Em girtina rojnameya kurdî şermezar dikin. Di demekî wisa de pêdiviya Tirkiyeyê hêj bi azadiya çapemeniyê heye."