YEKO ARDIL
Mam Celal li Berlînê koça dawî kir. Wek tê zanîn ji sala 2012 an ve her cara ku nexweşiya wî lê zor dikir, li Berlînê, li nexweşxaneya navdar a Charîteyê dihat dermankirin. Di serî de rêveberên YNK´ê û Kurdên li Berlînê, Mamê Kurd bi tenê nehiştin. Du rojên piştî mirina wî li Hotêla Intercontinentalê ya li Ku´Dammê sersaxî hatin qebûlkirin bi giraniyeke maqûl.
Di wan her du rojan de ji gelek deverên Elmanya û Ewrûpayê jî hezkiriyên doza Kurd û Mam Celal hatin, serdana malbata Mam û YNK´ê kirin. Di nav wan kesan de ji her cûreyî mirov hebûn; ji oldaran heta bêolan, ji komunîstan heta rastgirên Kurd, ji kesên ku di jiyana Mam de li dijî wî bûn û gelek kesên ku ji dil dostaniya wî kiribûn jî di nav de, di sersaxiyê de cihên xwe girtin.
Di nav wê pirrengiya civaka Kurd de ya herî bal dikişand ser xwe yan jî bala ti kesî jî nekişand, nebûna biyaniyan bû. Di du rojên li hotêlê de ji bo nimûne jî yek kesê Elman li ber çavên me neket. Dibe ku hatibin û me nedîtibin, lê di nav nîşeyên me de ev xal jî heye.
Mam Celal 83 salan emir kir. Li gel ku ev temen wek jiyeke baş jî dihê hesibandin, kesên beşdarên sersaxiyê bûyîn, mîna ku li hev kiribin, xebîneta xwe dianîn û digotin: Mam zû çû! Hîna me gelek pêdivî bi wî hebû. Dûvre gava mirov li ser wan gotinan diponije tê derdixe ku bi rastî jî ji bo hind kesan hinde sal jî kêm dimînin. Di dîrokê de gelek kesayetên kin û bi qehremanî jiyane û gotina wan a dawiyê: ´Kêm bijî, lê kell bijî’ jî hene. Lê ji bo mirovên wekî Mam babet cuda ye. Gelê Kurd xemgîn û xembar e, hîna jî gelek pêdivî bi mirovên zana û rêzan heye.
Di nav wan sohbetên du rojan de ya herî bala min kişandî jî, li gel atmosfera xemgînî jî her ku behsa Mam dibû, li ser rû û rûçikên mirovan bişirînek peyda dibû. Di kulîsan de her behsa serpêhatî, henek û yariyên Mam Celal jî dikirin. Wisa ku eger mirovek wî nas nekiriba, wê bigota qey behsa hunermendekî şanoyê yan jî nivîskarekî mîzahê dikin. Ne hêsan e mirov li gel jiyaneke li serê çiyan, di nav şerê li dijî dagirkeran de û wisa jî li dijî êrîşa hundir bisekine û dev ji kenîn û henekan jî bernede.
Di dema cudabûna wî û koma di bin serpereştiya nemir Îbrahîm Ehmed ya ji KDP´ê de ji Mele Mistefa pirs dikin, Celal mirovekî çawa ye? Celalê ku hêj wê demê nebûye ‘Mam’ ji bo KDP´ê ‘dijminekî’ sereke ye û Mele Mistefa dibêje: Ew pênc pare nake, dikare Kurdistanê bifroşe bi kebabekê. Helbet van gotinan digihînin Mam Celal û ew jî bi hazircewabiya xwe, dibêje: Kîjan segbav e ku le kebab hez nake?
Dîsa di dema serokkomariyê de xortek bi tohmeta ku sixêf li Hêro Xanê kirine hatiye girtin û ev agahî digihîje Mam. Mam di cih de ji bo berdana xortî fermanê dide û dibêje: Kuro baba, min natwanim şeş mangî carek Hêro Xanê bibînim, ew reben wê çawa xwe bigihîne wê?!
Di dema ku dîktator Sedam ket û pêşmergeyan Kerkûk rizgar kirî de gelek cahş û nokerên berê bi hewldana rizgarkirina canê xwe ji herêmê baz didan, hew dibînin ku komên elokan jî bi leza bayê ve ji herêmê vedikişin. Ji wan dipirsin, gelo we çi sedem heye, hûn çima ji herêmê direvin? Elok dibêjin, "Jiyan ji me re nema, Mam Celal wê bibe desthelat divê em xwe xelas bikin!"
Helbet derbarê dilnizmiya wî de jî gelek anekdot dihêne gotin. Wek tê zanîn Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ne wek partiyekê hat damezirandin. YNK wek pêkhateyeke ji ramanên cihê û ji gelek rêxistinan hat avakirin. Rêgeza bingehîn a li ser lihevkirîn jî, niştimanperwerî bû. Ji sala derketî ser dika dîroka siyasetê heta niha jî her wisa dewam dike. Di nav de çep, liberal, komunîst û wekî din jî cih digirin û têdikoşin. Ne hêsan e mirov pêkhateyeke wisa pirrengî bi rê ve bibe. Li ser vê xalê jî hostehiya Mam a di siyasetê de darîçav e.
Ev serborî ya li gel Mam Celal jî, ez ji dostê hêja nivîskar û siyasetvan Muhsîn Osman neqil dikim: Di civînekê de Mam diaxive û piştre dor dihê ser beşdaran. Gava birêz Muhsîn Osman diaxive, Mam ji nişkeve radibe û gotina wî dibire. Muhsîn Osman jî dibêje: "Mam Celal dibe ku ez şaş bim lê te mafê min yê axaftinê binpê kir." Mam pirbare jê lêborînê dixwaze û ew jî li axaftina xwe dewam dike. Gava mirov rastiya herêmê û serokan bide ber çav, girîngiya vê hîn bêhtir derdikeve holê.
Jiyaneke hinde têr û tijî di quncikekê de cih nagire. Helbet mirov bi kêmanî û zêdehiyên xwe di dîrokê de cih digire, lê ya Mam Celal li dû xwe hiştî ev gotin bû: Mam Celal hîn zû bû!...
07.10.2017, Yenî Ozgur Polîtîka