logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Bişaftina dayîkan têkbirina ziman e

Ziman rasterast bi dayîkê re têkildar e. Lema “zimanê dayîkê” dibêjin. Biwêja “zimanê zikmakî” jî bi dayîkê re têkildar

  • Dîrok: 27/09/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Ziman rasterast bi dayîkê re têkildar e. Lema “zimanê dayîkê” dibêjin. Biwêja “zimanê zikmakî” jî bi dayîkê re têkildar e. “Mak” dayîk e. Mînak, dema berx û karikan berdidin nava pez, dibêjin; “bermak“. Di hin zaravayan de ji dayîkê re “ma” dibêjin.

Karlêka têkiliyên jiyana civakî ya dayîkê, hê dema zarok di hemla dayîkê de ye li zarokê dibe. Gava zarok tê dine jî, her bi dayîkê re ye. Zarok strana yekem, gotinên yekem, kenê yekem ji dayîkê fêr dibe. Ji wê, dayîk bi çi ziman û çandê nêzîkê zarokê bibe, zarok fêrî wê dibe, wê di giyana xwe de dide rûniştandin.

Li Kurdistanê hetanî salên heftê – heştêyî jî pirraniya dayîkan bi tirkî nedizanî, lema malên hemû kurdan malên kurdî bûn, li her derê kurdî serdest bû. Çanda dapîr û bapîran li her derê zindî bû.  Zarokan li çîrok û metelokên kurdî guhdarî dikir û bi wê mezin û serbilind dibûn.

Dewleta Tirk piştî lêkolînên kûr û berfireh gihîşt wê encamê ku hetanê dayîk neyên bişaftin, di nava çanda tirk de nehelin, polîtîka bişaftinê bi ser nakeve. Lema projeyên bişaftina jinên kurd amade kir. Ji van projeyan yek di bin navê “Statuya jinê ya li herêma GAP´ê û pêvajoya entegrasyona wê bipêşxistinê” de bû û sala 1992-94 ew xistin qada jiyanê. Ya din jî di bin navê ÇATOM´ê de bû. Li gorî vê projeyê li her derê ji bo jinan kursên xwendin û fêrkirina zimanê tirkî hatin vekirin. Heta jinên salmezin jî di divêtiya van kursan de hîştin.

Li gel wê, di bin navê “Haydi Kizlar Okula (Keçino haydê biçin dibistanê)” de bû. Her çendî qaşo projeyeke UNICEF'ê ya wiha hebû jî, wan ev wekî alaveke bişaftina jinên kurd kirin projeyeke taybet, tenê li Kurdistanê xistin qada jiyanê, ji bilî Kurdistanê li tu bajarekî din ev proje bi kar neanîn.

Bêgûman medya dîtinêr jî di bişaftina dayik û bavên kurd de bi roleke pirr mezin rabû. Wan gelek film, rêzefilm, bernameyên devhêranê bi armanca bişaftinê amade kirin, li gelek welatan ji van awa fîlm û rêzefilman re fîlm û bernameyen keskesor tê gotin. Naveroka van fîlman li ser bingehên devhêran, fesadî, gotgot, hevxapandin, dek û dolab sextekariyan rûniştiye. Di fîlman de zimanekî gelek hêsan, gundî, pêkenok bi kar anîn. Mixabin di vî war de bi ser ketin, hemû jin û mêr bi van filmên keskesor ve girêdan û helandin.

Niha sedî nodê dayîkan bi tirkî diaxivin, ji wê zarok jî bi ziman, çand, sinca tirk û wekî tirk mezin dibin. Zarokên bi vî awayî hînê tirkî bûbin, yan jî hînê zimanê serdest bûbin, ji bo fêrbûna zimanê dayîkê nakevin nava tu hewldanan, heta dê û bavê xwe û zimanê wan piçûk dibînin. Xweziya xwe bi zarokên dê û bavê wan tirk in, tînin.

Mînak, xortekî dê û bavê wî baş bi tirkî nizanin, nû ji welêt hatibû. Gava me hev dît, hewl da bi min re bi tirkî biaxive, kêliya têgihîşt ku ez bi tirkî naaxivim, wer mat û metal ma, serê xwe hejand, vegeriya ji merivê xwe re got, “Te got, vî mêrikî gelek pirtûk nivisîne! Mêrik hîna bi tirkî nizane, cahil e! Çawa pirtûk nivisîne?”

Belê ew dayîkên bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin, kesên wiha ji rastiya xwe, ji rastiya zimanê dê û bavê xwe, ji mirovbûnê dûr, diafirîne. Yanê bi destê xwe, rastî û kesayetiya zarokên xwe dikujin, wan davêjin devê guran.

Mixabin ku ev nexweşî niha li Ewropayê bûye bela serê me kurdan. Nifşên diduyan yên li Almanyayê xwendine, hinên wan; bi zarokên xwe re nîv almanî nîv kurdî diaxivin, zarokên wan ne kurdî ne jî bi almanî baş dizanin. Hem ji dêrê û hem ji mizgeftê mane. Hin ji wan jî bi zarokên xwe re tenê bi almanî diaxivin. Zarokên wan yek gotinê bi kurdî nizanin. Beşeke van dayîkên bişaftî di mal de bi almanî diaxivin, lê li televîzyonên tirkan dinêrin. Zarokên wan dibêjin, “Mamoste, kurdî cih bihêle, tirkî bi me bide fêrkirin, da em bikanin fîlmên dayîka me li wan sêr dike, fêm bikin!”

Bi gotineke kurt û kurmancî, jixwe, hê derfetê zimanê me bibe zimanê bazarê û zimanê fermî yê welêt tune, heke dayîk bi awayekî zanistî bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin, zarokên xwe hînê zimanê kurdî nekin, li Ewropayê jî wê zimane kurdî ji holê rabe. Bêguman di vî warî de bav ji dayîkan gunehkartir in. Divê berê ew di nava malê de bi kurdî biaxivin.
balani51@gmxl.de
27.09..2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Alîkariyên tibî gihîştin Kobanî

ad

Yew Qismê 'Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî bi kirmanckî neşr bî

ad

Jinek din bû Seroka TUSÎAD'ê

ad

Qanûna hilbijartinan a Kantona Cizîrê hate erêkirin

ad

Mûbsên BDP'ê derbasî HDP'ê dibin

ad

Vaye bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname