Diyarname
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dewreyek a perwerdeya enstrumanan bi dawî bû. Di dewreya ku ev 3 meh bûn dom dikir, nêzî 200 zarok beşdar bûne.
Serdema perwerdehiya enstrumanan li Navenda Çand û Huner û Navenda Stêra Zêrîn hatibû li dar xistin. Zarokan qursa tembûr, def, gitar û enstrumanên bi vî rengî dîtin. Ji bo bidawîkirina serdemê û dayîna belgeyan li Parka Şehîd Aryen Cûdî merasimek li dar ket.
Endama Navenda Çand û Hunerê Elîf Ronahî axivî û spasiya hemû malbatên xwendekaran kir.
Piştî axaftinanan, xwendevanan bi stranên xwe xelkê wargehê coşand. Herî dawî jî xwendevanên ku mezûn bûne belge girtin..



