Diyarname
24'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edeneyê îsal di nabera 25'ê rezberê û 1'ê kewçêrê de li dar bikeve. Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê lidarxistin. Festîvalê niha navê hunermendên ku dê di festîvalê de Xelata Rûmetê bide wan eşkere kir. Hunermend Temel Gursu (sazkarê fîlman), Humeyra (lîstikvan), Şemsî Înkaya (lîstikvan) û Prof. Samî Şekeroglu (arşîvkarê sînemayê) dê ji festîvalê xelata rûmetê bigirin.
Şaredarê Edeneyê Huseyîn Sozlu sipasiya van hunermendan kir ku ked dane sînemayê û niha dê vê xelatê qebûl bikin.