Diyarname
Li Tirkiyeyê dibistan îro dest pê dikin, lê kurd dibistanan boykot dikin.
Hefteya borî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê biryar da ku ji bo pêşî li perwerdehiya zimanê zikmakî bê vekirin, ji bo hikumet daxwaza perwerdehiya bi kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehê bibîne biryara boykotkirina dibistanan ji bo hefteyekê kir. KCD'ê ligel TZPKurdî ev biryar girt û ragihand li Amedê bi civîneke çapemeniyê ragihand.*
Piştî KCD'ê BDP'ê jî daxuyaniyeke weşand û got ku ew piştgiriya boykotê dikin.
Ciwanan bang li ciwanan kir
Meclisa Ciwanan a BDP'ê jî li ser vê daxuyaniyeke weşand got ew piştgiriyê didin çalakiyê û bang kir: "Ji bo perwerdeya zimanê dayikê, hefteyekê dibistanê boykot bikin. Em bang li tevahiya ciwanên welatparêz, sosyalîst, şoreşger û demokrat dikin ku li her qadê bi çalakiyan beşdarî çalakiya boykotê bibin."
KJD'ê piştgirî da
Koordînasyona KJB'ê jî ji bo çalakiya 'bi armanca perwerdeya zimanê dayikê boykota hefteyekê ya dibistanan' banga beşdariyeke bi hêz kir. KJB'ê da xuyakirin ku divê gelê kurd li dijî vî mejiyê faşîzan ê hikûmeta AKP'ê û pêkanînên qirkirinê, têkoşîna xwe bilind bike û got, "Pêwîst e gelê me, biryara boykota dibistanan a hefteyekê, li her derê bi awayekî xurt bicih bîne. Divê zarok û ciwanên kurd hefteyekê neçin dibistanan û biryardariya xwe ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê nîşan bidin."
***
* Nûçeya eleqedar:
- Ji BDP û KCD'ê bi 8 madeyan pêşniyara çareseriyê