Diyarname
Di nav kurdan de yek ji kesên ku berê xwe daye berhevkariya folklora kurdî û wê berhev dike û heta niha di nav bi dehan pirtûkan de ew ragihandiye xwendevanên kurdî jî Hîlmî Akyol e.
Hîlmûi Akyol di sala 1960'î de li Dêrsila Hezroya Amedê hatiye dinê. Di zarokatiya xwe de ligel malbatê ew tên Amedê. Li Amedê dixwîne û ew ji sala 1979'an ve karê berhevkariyê dike. Wekî pîşeya debarê Akyol ajokariya kamyonê dike lê pêre jî her çîrok, çîvanok, fablên kurdî berhev dike, deşîfre dike û ji bo weşanê amade dike. Heta niha bi vî awayî 45 pirtûkên wî derketine ku çar ji van di vê demê dawî de ji Weşanên J&J'yê derketin.
Ji van pirtûka "Tiririyê Şor Xweş e Xweş" û pirtûka "Qaz û Ravvan" pirtûkên çîrokên gelêrî ne. Di navê de gelek çîrokên cur bi cur.
Pirtûka din bi navê "Ji devê Mehemedê Nenyasî û Diyadînê Şerîf, Destan û Çîrok û Stran" e ku beşa wê ya yekemîn hatiye weşandin. Ev pirtûk di rêzeya "Dengbêj û Çîrozbêjên Amedê" de pirtûka 4'emîn e. Di pirtûkê de hin klam û çîrokên ji devê her du dengbêjan hatine girtin hatine bi cih kirin.
Pirtûka din jî bi navê "Qevdek Stran" in ku notayên stranan jî têde hene ku ev nota ji aliyê Seyda Perînçek ve hatine çêkirin.
- Tiririyê Şor Xweş e Xweş / Berhevkar Hîlmî Akyol / Zargotin / 74 rûpel / 2017
- Qaz û Ravvan / Berhevkar Hîlmî Akyol / Zargotin / 84 rûpel / 2017
- Destan û çîrok û stran / Berhevkar Hîlmî Akyol / Zargotin / 192 rûpel / 2017
- Hevdek Stran / Berhevkar Hîlmî Akyol / Zargotin / 136 rûpel / 2017


