Sîdar Jîr
Di danûstandineke hunerî û wêjeyî de yek ji aktorên sereke yên vê têkiliyê hunermend/nivîskar in.
Di wêjeyê de ev têkilî gelekî xurt e. Xwendin û nivîsandin. Dema bi awayekî giştî ku mirov li wêjeyê dinihêre, jixwe ji xwendin û nivîsandinê wêdetir çi heye gelo? Belê, di wêjeyê de ji van her du kiryaran wêdetir tiştek nîn e. Lê ev her du ne heman tişt in û ji bo heman tiştî nayên kirin.
Di meseleya xwendin û nivîsandinê de, pirsa sereke ya ku nivîskar pê re rû bi rû dimîne pirsa nivîsandinê û çima/çawaniya wê ye. Ev pirs, pirseke gelekî di cih de û asayî ye. Divê bersiva van pirsan bi zelalî were dayîn. Her çiqas di tu dewr-î zemanên dîroka wêjeyê de tenê bersiveke vê pirsê nîn be, tim ji aliyê her nivîskarekî/ê ve bersiveke cuda hatibe dayîn jî di encamê de hemû nivîskar xwe digihînin wê encamê ku ew derdekî vedibêjin. Ev, vegotina derdekî yan jî derdan jî bêguman her dem û li her devêrê tiştekî gelekî asayî ye. Wekî ku Gustave Flaubert dibêje, “Nivîsandin şêweyeke jiyînê ye.” Bêguman e ku nivîsandin şêweyeke jiyanê ye.
Nivîskar bi nivîsa xwe jiyanekê vedibêje. Hêvî, hesret, kul, derd, şîn û şahî û hwd ji bo jiyaneke xweştir çi yên aydî civakê be yek bi yek vedibêje.
J. P. Sartre dibêje; ‘nivîskar ji bo ku bangê li azadiya xwendevanan bike dinivîse. Nivîsandin rakirina çarika li ser dinyayê ye.’
Li gorî gotina Sartre ku em li ser hûr bibin, em ê lê hay bibin ku karê din ê nivîskar û karê herî girîng jî ew e ku nivîskar çarika li ser dinyayê rakin. Ji bo ku bikaribe wê carikê rabike divê û baştir civaka xwe û cîhanê vebêje, divê xwînêrekî baş be.
Ji ber ku her çiqas nivîsandin vegotina civakê be, xwendin jî naskirina hest, civak û çandê ye. Naskirina êşa hinekên din e, naskirina şahiya hinekên li derveyî xwe ye. Bêyî hîskirin û naskirina hest, çand û kesên derveyî xwe tu nivîskarek nikare banga azadiyê bike. Tu nivîskarek nikare bêyî guhdarîkirina li derdê hinekên din rabe derdê civakê di ser kesayetiya xwe re vebêje.
Ji ber vê jî nivîsandin û xwendin mîna guhdarî û derdbêjiyê ye. Yek tunebe yan jî qels be ya din jî bi heman awayî qels û tune ye.
Yekî ku kesên li derveyî xwe nas neke, çand û civaka wan nas neke ew ê nikaribe bi hêsanî civaka xwe jî vebêje. Kesên ku nikaribin êşa dil û hinavên kesên dîtir hîs bikin û nas bikin ew ê nikaribe ya xwe jî vebêje.
Bêguman nivîsandin şêweyek jiyanê ye û bêguman nivîskar bangê li azadiya xwendevan dike. Lê divê berî her kesî nivîskar wê banga li azadiyê tê kirin bibihîze. Bihîstina wê bangê jî bi xwendinê ye. Bi awayekî dîtir xwendin dibe qîrîna nivîsandinê. Wekî kulekê xwe li hinavên nivîskar datîn û heta ku pênûs jê re dibe derman wî/ê diêşîne. Heger bi xwendinê wî/ê ew bang bihîst, wê demê bangkirina li azadiya hinekên din hêsantir dibe.
Di danûstandina civakî ya di ser wêjeyê re ji vegotinê wêdetir a ku bikaribe êşê bi awayekî hunerî xurt bike û derdê civakê bide vegotin guhdarîkirineke baş e. Yanî bi awayê dîtir xwendin e. Dema ku guhdarîkirineke baş, çavdêriyeke baş were kirin wê demê vegotin gelekî hêsan dibe.
07.06.2016, Azadiya Welat


