ENQERE
Yek jî biyologê herî girîng ê Tirkiyeyê Prof. Dr. Alî Demîrsoy, bertek nîşanî rûxandina Heskîfê ya bi dînamîtan da û ev wekî "Xeletiyeke mezin" pênase kir. Demîrsoy got: "We ew der nedîtibe, heke hûn ji hunerê fêm nekin, wêne û peykerê guneh bihesibînin, hûnê Heskîfê ji çavan derxin, ez gelekî xemgîn im."
Bajarê şaristaniyên Mezopotamyayê Heskîf, di 12 hezar salan de ji gelek çand û serpihatiyên dîrokî û nirxên gelan re malovanî kir. Îro bi fermana dewleta tirk û hikumeta AKP'ê ev çanda mirovaniyê di binê avê de tê hiştin û dîroka mirovahiyê tê tunekirin. Biyolog Prof Dr. Alî Demîrsoy ê di qada navneteweyî de jî nav û deng e, destnîşan kir ku Tirkiye xeletiyeke gelek mezin dike.
TENÊ CAREKÊ LI HESKÎFÊ MÊZEKIN BES E!
Demîrsoy gelek caran çûye serdana Heskîfê û her cihekê wê arşîv kiriye, da zanîn ku ji bo parastina Heskîfê tenê mirov carekê lê mêze bike bes e û wiha dom kir: "Bi qasî 2 hezar şikeftên wê hene, cihekî ku mirovahiyê jiyana xwecihî lê avakiriye, tişta balkêş jî ew e gelekî bi estetîk hatiye çêkirin û cihekî bêhempa ye. Ev der ji bo pêwîstiyê ceryana 20-30 salî, an jî 100 salî fedakirin, ne karê mirovên bi exlaq e."
Demîrsoy di heman demê de li ser xweza û der û dorê jî xebatan dike gotinên xwe wiha berdewam kir: "Hişmendiya germbûna gerdûnî ji bo Heskîfê derbasdar e. Ez herî hindik 30-40 carî çûm wir, min hemû kevir û axa wê kişand, qet nebe bila di arşîva min de bimîne. Ez gelekî xemgîn im. Tirkiye li wir xeletiyeke gelekî mezin dike. Bi du bendavên piçûk dikaribû ev yek bihata helkirin. Di vir de kapîtalîzma hov dikeve dewrê. Ya duyemîn jî kesên ji huner û wêjeyê fêm nakin dikevin dewrê. Dema roj diçe ava hûn li ser kelehê li çem mêze dikin, an jî dema hûn li ber çem li roja ku diçe ava mêze dikin, ya rast hûn dîrokê temaşe dikin. Di dema temaşekirinê de hêstên mirovan pir bi coş dibe."
‘KESÊ HESKÎF NEDÎTIBE JI HUNERÊ FÊM NAKE’
Demîrsoy bal kişand ser xweza, dîrok û hunera li bajarê dîrokî û eşkere kir ku heke we ew der nedîtibe, hûn ji hunerê fêm nakin û wiha got: "Hûnê wêne û peykerê guneh bihesibînin, hûnê Heskîfê ji çavan derxin. Ev xwezayî ye. Bi vê hestê Stenbol jî xistin heman rewşê. Li Zeytinburnuyê avahiyên 50 qatî ava dikin. Em ji Heskîfê derbas bûn, biçin Stenbolê. Çi bû ku destûr dan van avahiyan. Çi ye pere tîne. Pere ne her tişt e, dibe ku rojekê di destê me de pere hebe, lê dê xxarina ku em bixwin, hewaya ku em bigirin û dîroka ku em temaşe bikin tune be. Ew qas rezîlî nabe. Ez ji bo Heskîfê gelekî xemgîn im. Wisa dixuye ku dê Heskîf tenê di wan arşîvên wêneyan de bimîne."
Demîrsoy destnîşan kir ku ew evîndarê Heskîfê ye, di warê xweza û der û dorê de xwedî meraqek mezin e. Demîrsoy di sala 1970'yan de di çarçoveya projeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Gronland û Qeşayên Bakur, Îzlanda, oseonografîkê ku li ser têjikên masiyan lêkolînê dikin û zanyariya zoolojî hin tiştên nû anî. Demîrsoy Heskîf di ronahiya zanyariyê de lêkolîn kir û nirxand, ji ber ku pêşî li rûxandina Heskîfê negirtiye gelekî xemgîn e û vê yekê di her platformê de tîne ziman"
Wêneyên ku di nûçeyê de hatine bikaranîn, Prof. Dr. Alî Demîrsoy bi xwe kişandine.
Ji DÎHANBER'ê hatiye girtin