logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ev 300 sal in ew destnivîsên Melayê Bateyî diparêzin

Destnivîsên Melayê Bateyî ku herî zêde bi Mewlûda Kurdî tê nasîn, 300 sal inli gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe w

  • Dîrok: 04/05/2021
  • Beş: Nûçe

Lezgin Akdeniz - Bilal Gezer / MA / ŞIRNEX

Destnivîsên Melayê Bateyî ku herî zêde bi Mewlûda Kurdî tê nasîn, 300 sal inli gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe wekî neviyên Bateyî pênase dikin, wan berheman hêja û pîroz dibînin.

Tê texmînkirin ku Melayê Bateyî di navbera salên 1670 û 1750’an de li gundê Bate yê Elkê ku wê demê girêdayî Hekariyê (niha navçeya Şirnexê ye) bû ji dayik bûye û li wir jiyaye. Niha jî tirba wî li gundê Bateyê ye û bo civakê cihekî pîroz e. Melayê Bateyî, alim û yek ji wêjevanên baş ê kurdan e. Di mijara wêjeyî, olî, civakî û tenduristiyê de pispor û şareza bûye. Bi taybetî jî bi jiyana xwe ya civakî alimiya civakparêz û kurdewar nîşan daye. Li dijî her cure neheqî, kedxwarî û serdestiyê têkoşiyaye. 

25 BERHEM

Melayê Bateyî, ji bilî berhema xwe ya herî navdar Mewlûda Kurdî, derbarê gelek mijarên civakî û bi jiyanê ve têkildar berhemên cuda jî nivîsîne. Hinek ji wan heta roja me hatibin jî aqûbeta hinekan ji wan nediyar e. Tê gotin ku li derdora 25 berhem nivîsîne. Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemahîl, Kaşkol berhemên wî yên sereke ne.

XEZÎNEYEKE DÎROK

Di dîroka wêjeya klasik a kurdî de destnivîsên kêm wêjevanên klasik xwe gihandine roja me. Ji ber wê, peydakirina destnivîsên wêjeya klasik a kurdî wekî peydakirina xezîneyên dîrokî tê dîtin. Yek ji van xezîneyan jî destnivîsên Mewlûda Kurdî ya Mela Husênê Bateyî ye. 

‘BO ME XEZÎNEYE’

Li gor angaşt û daneyan ev destnivîs ji 300 salan zêdetir e li gundê Bateyê ku Melayê Bateyî ji wê derê ye ji aliyê nevî û nasên wî ve bi rengekî xezîneyeke pîroz a dîrokî tê parastin. Ji nasên Melayê Bateyî mela Nûrî Guzel derbarê mijarê de wiha dibêje: “Em wekî nevî û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan e dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Û li gor ragihandina wan û yên ji wan re ragihandine baş dizanin ku ev destnivîs aîdê Mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û bi destê wî bi xwe hatine nivîsandin. Ji bilî mewlûdê çend berhemên wî yên din jî hene. Ji bo ku zerarek neyê van destnivîsên wî em wan di cihên taybet ên herî guncav de diparêzin.”

Mela Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û wiha dibêje: “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne, ku ji me re wekî emanet hiştiye. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja û pîroz in.”

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Şaneşînê meha adarê

ad

Hemû xelat ji bo Qral in!

ad

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

ad

Hunermend Aram Serhad hat tewqîfkirin

ad

Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

ad

Mbappe bi 5 golan tarîx nist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname