AMED
Kordînasyona Navendî ya Kobanî bi şîara "Em fitir û zikatên xwe bi gelê Rojava re parve bikin" kampanya da destpêkirin. Endamê Kordînasyona Navendî ya Kobanî Huseyîn Yilmaz bang li her kesî kir ku îsal fitir û zekatên xwe ji bo gelê Kobanî bişînin.
Kordînasyona Navendî ya Kobanî der barê kampanyayê de li salona konferansê ya KCD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Kordînasyonê Huseyîn Yilmaz diyar kir berxwedana li Kobanî hê didome û got ku hê gelek pêwîstiyên gelê Kobanî yên jiyanî hene.
Yilmaz da zanîn ku di pêvajoya avakirina Kobanî de pêwîstî bi cil û berg, zexîre û pêwîstiyên avakirina bajar heye. Yilmaz got ku wan ji bo avakirina Kobanî koordînasyon ava kiriye û kesên dixwazin di avakirina Kobanî de keda wan jî hebe bila xwe bigihînin wan. Yilmaz bibîr xist ku bi demê re dê parlamenterên HDP'ê jî di nav kordînasyonan de cih bigirin.
Yilmaz di vê meha Remezanê de ku dema dayîna fitre û zekatan ne, bang li kesên xêrxwaz kir ku fitir û zekatên xwe bi gelê Rojava re parve bikin.
Ji bo alîkariyê vane nimreyên telefonan:
- Endamên Kordînasyona Kobanî
Huseyîn Yilmaz: 0533 309 00 65
Hulya Alokmen: 0505 730 09 40
Engîn Demir: 0531 401 23 25
- Avahiya Têkiliyan a Xizmetên Civakî ya Sumerparkê a Kordînasyona Kobanî:
Tel: (0412) 226 75 65 - (0545) 321 45 87
- Beşa ji bo alîkariya avakirina Kobanî ya Şaredariya Mezin a Amedê
Hejmarên hesabê yên IBAN VAKIFBANK
Ji bo TL: TR 67 0001 5001 5800 7303 5916 20
Ji bo DOVÎZ: TR 36 0001 5001 5804 8015 5423 00
- Hesabê alîkariyê ya Komeleya Rojava
Hêjmarên Hesabê yên ÎŞ BANKASI
Ji bo TL: TR 96 00 0640 0000 1830 3089 3306
Hesabê USD: TR 03 00 0640 0000 2830 3021 2870
Hesabê EURO: TR 13 00 0640 0000 2830 3021 2885
SWİFT-KODU: ISBKTRIS