Diyarname
Yek ji festîvalên kevn ê kurdan a li Ewropayê "Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê" ye ku îsal dê 7'emîn car deriyên xwe veke. Festîvala ku li Berlîna Almanyayê li dar dikeve de îsal fîlm û belgefîlmên 23 derhênerî hene. Festîval îsal di navbera 15-21'ê mehê di li dar dikeve. Digel nîşandayîna fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlman dê hin gotûbêjên il ser sînemaya kurdî jî li dar bikevin.
Festîval dike ku fîlmên kurdî ragihîne yên li Ewropayê dijîn û cihêrengiya civaka kurd nîşan bide.
Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene. Di nav 11 fîlmên metraj dirêj ên bên nîşandayîn de yên wekî "Reşeba" (Derhêner Husên Hesen), "14 Tîrmeh" (Derhêner Haşîm Aydemîr), "Bîranînê Kevir" (Şewket Emîn Korkî) hene. Dîsa di nav belgefîlman de "Hêlîn" (derhêner Îbrahîm Seîd), "Helebçe" (Derhêner Ekrem Heydo), "Sara" (Derhêner Dêrsim Zerevan) hene.Ligel van li dor 10 kurtefîlm jî di nav bernameyê de cih girtine.
Di festîvalê de wê li ser tarîxçe û pirsgirêkên sînemaya kurdî gotûbêj bêne kirin. Yek ji gotûbêjan bi sernavê “Ji Yilmaz Guney heta îro- Lêgerîna nasnameya kurdî li ser perdeyê“ 17'ê mehê li dar dikeve. Derhêner Huseyîn Tabak û rojnamgerên kurd Alî Guler, Eyûp Burç wê di gotûbêjê de li ser meseleyê dîtinên xwe bînin ziman.
Gotûbêjek din jî di 18'ê mehê de bi beşdariya Eyûb Remezan, Husên Hesen, Ekrem Heydo û Dr. Yilmaz Ozdil li dar dikeve.