Diyarname
Hefteya borî ji bo hevtêkbirina Kûpaya Cîhanê di navbera Avustralya û Erebistana Siûdî de maç dê bihata lîstin, lîstikvanên Avurstralyayê ji bo kesên li Manchestera Îngilistanê deqeyek rawestiyan û ew wisa bibîr anîn; lê lîstikvanên Erebistana Siûdî hurmet nîşan nedan. Li ser vê Federasyona Erebistana Siûdî lêborîn xwest.
Maç li bajarê Adelaide ya Avustralyayê li dar ket. Li ser vê kirinê Federasyona Fûtbolê ya Erebistana Siûdî daxuyaniyek da û got: "Lîstikvanan nexwestiye li hemberî qurbaniyan, li hemberî bîranîna wan, malbat û hevalên wan bêhurmetî nîşan bidin." Piştî vê federasyonê wisa got: "Federasyona Fûtbolê ya Erebistana Siûdî hemû bûyerên terorê şermezar dike, sersaxiyê ji bo hikumeta Qraliyeta Yekbûyî û gelê wan ê ku vê bûyerê bandor li wan kiriye nîşan dide."
Avustralyayê bi 3-2 Erebistana Siûdî têk bir.


