Diyarname
Romana Orhan Pamuk a nu "Masumiyet Muzesi" (Muzeya Mehsûmbûnê) niha çawa duyem jî tê kirin.
Romana nû ya xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk 28'ê vê mehê kete piyaseyê. Roman wekî çapa yekem 100 hezar heb çap bû û heta niha 60 hezar heb hatine belavkirin. Hate ragihandin ku di nav mehekê de dê çapa xwe ya duyem bê kirin.
Roman di nav kurikek dewlemend ê stenbolî û xizmeke wê ya feqîr Fusunê de derbas dibe. Romana ku li ser evîna wan disekine, di heman demê de rexneyan li wê dema ku li ser hatiye nivîsandin dike. Romana ku 592 rûpel e ji 24 YTL'yî tê firotin.