Diyarname
Pirtûkek çîrokan "Hêviyên Qeto Qeto" li ber destan e. Pirtûka ku nivîskar Îsmaîl Dîndar nivîsandiye ji Weşanên Evrenselê derketiye.
Di pirtûkê de çîrokên bi navê "Seyfo", "Hêviyên Qeto Qeto", "Ba û Bager", "Bîr", "Keç û Dê" û "Bavê Min" cih girtiye. Nivîskar Omer Dilsoz ku pirtûk nirxandiye wisa nivîsiye; "Îsmaîl Dîndar bi zimanekî pak î rewan, peyvê bi per û bask dike û berê me dide nav atmosfera çîrokên keldûmanî. Di Seyfo de mirov qerimîna serdemeke aloz; bext û bêbextî, cîranî û pêkvejiyanê, çavtorîtî û hilma sar a şerî bê ka çawa hez û mirovahiyê ji nav bedenê mirovan dibe û mirovên ev salên dirêj in pêkve dijiyan; çawa tîne ser bêndera bêbextiyê û keysperestiyî serî ji wijdanê distîne. Her wiha Dîndar bi şarezahiyeke mezin, rasteqîniya jiyanê di çîrokan diwêne û tîne ser sifreya xwînerê xwe. Mirov bi lehengên wî re dikene û digrî. Ji keldûmana Kobanî heta çîroka bavê xwe, em bi Dîndar re ne tenê rûdanan dixwînin, heman demê dijîn."
Çîroka "Seyfo" ku çîroka serdemekê ye wekî pirtûkek serbixwe bi kurdî, tirkî, îngilîzî û suryanî jî hatibû weşandin.
Îsmaîl Dîndar kî ye?
Nivîskar û mamnoste Îsmaîl Dîndar di sala 1965'an de li gundê Qertmîn a Midyada Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund xwendi.e Wî di navbera salên 1975-1981'ê de li Erxeniya Amedê 6 salan Dîcle Ogretmen Lîsesî ya leylî xwendiye, dûre derbasî Dibistana Bilind a Mamostetiyê ya li Çanakkaleyê bûye û sala 1983'yan de ew temam kiriye. Wî di reşemiya 1984'an de li Meraşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kiriye û ji wê demê ve mamostetî dike. Ew niha li Amedê dijî, nivîsên wî di gelek weşanan de derketine û demek dirêj ji bo Diyarnameyê jî quncik nivîsî.
Pirtûkên wî ev in:
- Hemû demsal payîz in, Çîrok, Weşanên Belkî, 2007
- Kewên Birçî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2010
- Palûte, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2011
- Marî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2012
- Siwarê Ewran, Roman, Weşanên Evrensel, 2014
- Hêviyên Qeto Qeto, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016
- Seyfo, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016
Wergerên wî:
- Pembûyê Reş, Muzaffer Îzgu
- Masiyê Reş ê Biçûk, Samed Behrengî
- Dewlet, Vladîmîr Îlyîç Lenîn
(Ev her sê ji Weşanên Evrenselê derketine)
- Hêviyên Qeto Qeto / Îsmaîl Dîndar/ Çîrok, 88 rûpel / Weşanên Evrensel / 2016