Li Tirkiyeyê 'YouTube' qedexe kirin
Diyarname
Malpera mezin a parkirina klîbanan youtube.com li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê hate girtin.
Dadgeha 1'emîn a Sulha Ceza ya Enqereyê ji ber dîmenên ku heqaretê li Ataturk kirine malpera Youtube qedexe kir.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi biryara dadgehê youtube qedexe kir. Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunikasyonê jî hem ji aliyê IP hem jî ji aliyê nav ve xwegihandina malperê qedexe kir.
Youtube berê jî du caran li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin û dûre berpirsan serî li dadgehê dabû û qedexe ji holê rakiribû.