Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan du roj berê li ser navê stadan axivî û niha gava yekemîn Galatasaray avêt.
Li Tirkiyeyê navê gelek staran bi "Arena"yê dest pê dike. Di nav van de stada Beşîktaş, Galatasaray, Bursa, Antalya, Riha, Trabzon navê gelek stada bi "Arena"yê dest pê dike. Roja 26'ê vê mehê Erdogan di axaftinek xwe de got "Ev der ne arena ye. Min ferman da wezîr ku navê arenayê rake. Hûn dizanin berê di arenayan de mirov dihatin parçekirin. Min ferman da emê navê arenayan ji stadan rakin. Arena çi ye? Di zimanê me de tiştek wisa nîn e."
Piştî vê gotinê gava yekemîn ji Galatasaray hat. Piştî wesara Serokê Galatasaray yê berê Ali TAnriyar îro Lijneya Rêveberiya Galatasaray bi daxwaza Serokê GS'ê Dursun Ozbek li hev civiya û biryara guhartina navê stadê da. Endamê Rêveberiyê Alper Narman ev biryar ragihand: "Di encama civana awarte ya rêveberiyê de me biryar da ku ji roja duşemnê pêve em navê stada Turk Telekom Arena'yê biguherînin û bikin Ali Sami Yen Spor Kompleksi Turk Telekom Stadi."
Ji zû de ye li Tirkiyeyê navê "Arena"yê li stadan tê kirin, bi dehan stad navê "Arena" di nav navê stadên wan de hene û heta îro kesî tiştek negotibû. Wisa diyar e piştî Galatasaray hin tîmên din jî dê navan biguherînin.


