Slêmanî
Qubad Talebanî dibêje ku Serok Mam Celal bi tenduristiyeke pir baş vedigere axa welat.
Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku wî sibê roja şemiyê (19.7.2014), rêzdar Serok Mam Celal bi tenduristiyeke baştir vegere axa welat.
Roja 18.7.2014`an, Qubad Talebanî di derbarê vegera Serokomarê Iraqê Talebanî de ji bo PUKmediayê got: "Serok Talebanî bi tenduristiyeke pir baş e wê vegere welat û gelê me dikare dest bi ahengên dilxweşiyê bikin û gule û çekan bi karneynin."
Her wiha nûsîngeha serokomar jî wiha li ser navbê Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî da bû ragihandin ku serok Talebanî wê sibê vegere axa welat.


