Diyarname
Kayyumên ku dest danîne ser şaredariyên kurdan her roj dawî li tiştek ku di xizmeta gel de ne tînin. "Xebat"a kayyumê ya dawî girtina pirtûkxaneya ji otobusê ye.
Şaredariya Gurpinara Wanê ku di destê DBP'ê de bû hikumeta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danî ser şaredariyê. Qeymeqamê Gurpinarê ku wekî kayyum hatiye tayînkirin dest danî ser otobusa pirtûkan. Şaredariya Gurpinarê ew otobus kiribû pirtûkxane û navê "Pirtûkxaneya Helbestvan Niyazî Sonmez" lê kiribû. Di Pirtûkxaneya ji Otobusê de pirtûkên klasîkên dinyayê, pirtûkên çîrokan ên kurdî, ferhengên kurdî, pirtûkên mîtolojî û helbestan hebûn. Gelê Gurpinarê eleqe nîşanî pirtûkxaneyê dida. Çawa ku kayyum dest danî ser şaredarî pêşî navê Niyazî Sonmez ji guhart, niha jî bi îdîaya "propogandaya rêxistinê dike" pirtûkxane girt.
Li ser otobusê navên kesên wekî Pablo Neruda, Ehmedê Xanî, Musa Anter, Cegerxwîn, Nazim Hikmet hatibûn nivîsandin û wêneyên zarokan hatibûn çêkirin.
Kurê Niyazi Sonmez ê bi navê Ali Sonmez bertek nîşanî vê kirina kayyumê da, got ku li ser pêşniyara gelê Gurpinarê navê bavê wî lê kirine û wiha dom kir: "Gelê Gurpinarê ji bavê min hez dikir û hurmet nîşan dida. Pirtûkxaneya ku bi vîn û pêşniyara gel hatibû vekirin ji aliyê kayyumê ku dixwaze ji bo desthilatdariyê şêlafî bike hat girtin. Mixabin pirtûkxaneya bi navê bavê min hatiye vekirin wekî hêmaya sûcê hatiye nîşandayîn. Ev yek nîşan d ide ku ew çiqas di nav zehmetiyê de ne. Hesabê dikin ku dê çawa zordarî li gel bikin."
Sonmez got ku vîna me tune hesibandin û bi kayyumê dest danîn ser şaredarî, niha jî êrîşê nirxên gel dikin.
Kayyum Osman Dogramaci di 3'yê reşemiya 2017'an de dest danî ser şaredarî, wî pêşî avahiya Navenda Jiyana Jinê ya Şaredariyê pêşkêşî KADEM'ê (Keça Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan Sumeyye Erdogan cîgiriya serokatiya vê saziyê dike), dûre jî kreşa zarokan girtin ji bo bikin qursa Quranê dan miftîtî.
DÎHABER