logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji bo Cejna Zimanê Kurdî hin pêşniyar

Cejna Zimanê Kurdî nêzîk dibe, pê re jî çalakiyên eleqedarî ziman ên perwerdehiyê û çandî jî nexasim li rojavayê Kurdist

  • Dîrok: 11/05/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Cejna Zimanê Kurdî nêzîk dibe, pê re jî çalakiyên eleqedarî ziman ên perwerdehiyê û çandî jî nexasim li rojavayê Kurdistanê. Gelek caran cejn wekî minasebeta pîrozkirina karekî serketî werin dîtin jî, pirraniya cejnan ne ji bo serketinan, lê belê ji bo mihafezekirinê, ji bo rûnandina rêûresmeke parastinê bi cih dibin. Lê helbet bi her halî sedemeke pîrozbahiyê, gavek, pêngaveke bibe sedem jî divê eleqedarî babetê hebe. Ji bo Cejna Zimanê Kurdî ya hatî hilbijartin rasthatina salvegera destpêka weşana kovara Hawarê ye ku herî zêde jî bi ked û însiyatîfa Celadet Bedirxan roja 15’ê Gulana 1932’yan dest bi weşana xwe kir, ango yekem hejmara wê derçû.
Banga hejmara yekem bi luxeta Celadet Bedirxan, digot, “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.” Helbet îro maneya cejnê û banga destpêka kovara Hawarê bi temamî hevnagirin. Sala 2007’an li ser biryar û banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ev roj êdî wekî cejn hat pêşwazîkirin. Sedem jî bêhtir ew bû hesasiyeta ji bo kurdî ji bo parastin, bikaranîn û bipêşvebirina kurdî di nava civaka kurdîaxêv zêde bibe, belav bibe. Lewma em çavê xwe lê bigirin jî, zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê hem wekî erdnîgar û hem jî wekî serjimar beşê herî mezin ê Kurdistanê, bi tehlûkeyeke mezin a man û nemanê re rû bi rû ye.
Çi kirmanckî û çi kurmancî her du jî dema mirov ji awira man û nemana zimanan de li wan binihêre, li bakurê Kurdistanê di asteke vegera jê zehmet de ne. Ango dema tunekirina zimanekî dest pê dike (para bêhtir bi çerx û mekanîzmayên asîmîlasyonê) pêşî serdema fêmkirina zimanê serdest dest pê dike, ev bi nifşekî diduyan dewam dike û paşê serdema du zimanî bûnê dest pê dike ku ev jî hesabê yek ta du nifşan dewam dike û herî dawî jî piştî dewra duzimanîbûna tê de zimanê dayikê yê pasîf e, yek zimanîbûna bi zimanê serdest dest pê dike. Di vê qonaxa dawî de êdî asîmîlasyon bi ser ketiye û zimanê serdest kariye di nava civaka ji xwe re kirî hedef de şûna zimanê dayikê bigire. Ev nifşên li vir behsa wan dikim nifşên navmalê ne ango her nifşê nû ji bo nifşê li nava malbatekê hatiye hesabkirin. Ji bo civaka bûyî mexdûrê vê siyaseta asîmîlasyon heger qonaxa sêyem pêk hatibe, ji bo wê civakê êdî zimanê dayikê miriye. Herçî kurdî ye li bakurê Kurdistanê li erd û zemînên fireh di qonaxa sêyem de ye, li erd û zemînên din di qinaxa duyem de ye û li kêm erd û zemînan jî di qonaxa yekem de ye. Heger hesasiyeta ji bo ziman xurttir nebe li bakurê Kurdistanê temenê zimanê kurdî belkî ji 50 salan nebihure; muhtemelen ev texmîn ji bo kirmanckî zêde ye jî, temenê wî kurttir diyar e. Ha bi vê hesasiyetê cejna zimanê kurdî divê bê pîrozkirin. Ango ji bo berfirehkirina meydanan bezandina hespê vî zimanê me yê dayikê ew bi tenê yek ji sedeman e. Mirov dikare wê bike sedema mîhrîcanên bi hefteyan dewam dikin. Di van mîhrîcanan de nexasim jî ji bo zarokan çalakiyên çandî û civakî yên yekser bi ziman re elaqedar dikarin werin teşwîqkirin. Wekî nimûne, şano, şanoyên bi bûkên paçikî û lastîkî, lîstikên zimên, dîtina bersivên mamikan di rewş û mercên cemaetî de, fêrkirina gotinên stranan, nivîsandin û xwendina çîrokên ji bo zarokan û teşwîqkirina wan, daketina nava malan bi rêya çapemeniya xwe bigihîne hemû nifşên navmalekê, ango ji televîzyonê, heta bi pirtûk û kovaran, divê vê rojê yan jî van rojan bi teşwîqkirina bikaranîn, û fêrkirina zimên dakevin. Ji ber wê yekê jî çalakiyên li rojavayê Kurdistanê helbet girîng in û cihê kêfxweşiyê ye ku li dibistan û nav civakê ev roj wekî cejnekê tê qebûlkirin û pîroz kirin. Lê ya herî girîng ew e ku ev roj li bakurê Kurdistanê hesasiyeta ji bo zimanê dayikê xurt bike, bike ku dê û bav jî zarok jî kurmanciyê yan jî kirmanckiyê tercîh bikin bibihîsin û bipeyivin. Ji niha ve Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be û bibe wesîleya wê yekê ku em bi hev re bi heval û dostên xwe re, bi zarok û maliyên xwe re zimanê xwe wekî tifika mala xwe bibînin û çawa ku ew nirxekî me ye, sedem û rengekî xwebûna me ye, lê xwedî derkevin.
guldive@yahoo.fr
11.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê me guhartiye

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Ewropayê herî hindik doktor li Tirkiyeyê ne

ad

3 nivîsên nû

ad

Mîran Janbar “Qolyeya Cécileê” nivîsî

ad

Em ji brîtaniyan zêdetir ji Shakespeare hez dikin!

ad

'Rîtma Lîzbonê' sê rojan tê nîşandayîn

ad

Serokomarê Iraqê li ser êrîşa ser balafirgehê daxuyanî da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname