Diyarname
Serokomarê Iraqê Latif Reşîd li ser êrîşa li ser Balafirgeha Navdewmetî ya Silêmanî daxuyanî belav kir û bang li Tirkiyeyê kir ku lêborînê bixwaze.
Reşîd di daxuyaniya ku bi nivîskî belav kir de wisa got, "Ev êrîşî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê û serweriya Iraqê ne. Bi îdîaya hêzên muxalif hene Tirkiye nikare sivîlan terorîze bike."
Reşîd bang li Tirkiyeyê kiriye ku lêborînê bixwaze û ger nexwaze ewê helwesteke cidî nîşan bidin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Hemû agahiyên der barê 'êrîşa' li ser Balafirgeha Silêmanî de