Diyarname
Pandemî bandora xwe ya li çalakiyên çandî didomîne. Vê carê pêşangehên Bienalê hatin bi paş ve xistin.
17'emîn Bienala Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve îsal dê bihata lidarxistin hat bi paş ve xistin.
Li gor daxuyaniya ku ÎKSV'ê belav kir pêşangehên Bienalê dê di navbera rojên 17 rezber - 20 sermawez 2022'yan de dê bêne lidar xistin.
ÎKSV'ê gotiye wan û kuratorên Bienalê Ute Meta Bauer, Amar Kanwar, David Teh û hemû hevkarên wan bi hev re biryar dane ku pêşangehên Bienalê bi paş ve bixin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber pandemiyê nediyariyeke heye û ji ber vê ew mecbûr mane vê biryarê bigirin.


